WAN - Zarokê 11 sali Harûn Cengîz ê li Wanê dema sûka penêrvanan a dirokî restore dikirin, di bin dîwar de ma û jiyana xwe ji dest da, defin kirin.
Harûn Cengîz ê 11 ku li Wanê di bin dîwar de ma, hat defin kirin. Dema Şaredariya Wanê ya Qeyûm tayînî wê kiriye Sûka Penêrvanan a dîrokî ji bo restore bikin xera dikirin, diwar bi ser zarokê 11 salî Harun Cengiz de xerabû. 2 kes jî birîndar bûn. Piştî cenazeyê Cengîz ji bin dîwar derxistin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Herêmê ya Wanê. Piştî otopsiya cenaze, malbatê cenazeyê Harûn Cengîz li Goristana Garipler a taxa Şerefiye defin kirin.