Hunermendê kurd Elî Temel 24 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî

img

AMED - Hunermendê Kurd Elî Temel ku 24 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Her ku strana "Vaye PKK rabû" tê strîn Temel tê hişê mirov. Ev stran 35 sal in li ser zar û zimanê Kurdan e. Temel bi strana "Amed" bi hawar û qerîna dengê zindana Amedê. 

Hunermendê kurd Elî Temel, di 1'ê Çileya sala 1960’an de li Dêrika Mêrdînê, li gundê Girêsor ji dayik bû. Hêj zarok bû rastiya Kurdan nas kir. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema Apoyî nas kir xortekî 17 salî bû. Teme dema lîse dixwend ji ber mamosteyê wî Kerim Baytar tev li PKK'ê bû û jiyana xwe ji dest da dest ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî bi pêşengên PKK'ê Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay re hev nas kirin dest bi xebatên matbaayê kir. Temel li vir huner û şoreş kir yek û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM'ê de xebat kir û dest bi karê hunerê û şoreşê kir. 
Temel 27’ê Çile ya 1980’an de hat binçavkirin û 120 rojan di bin çavan de ma. Rastî îşkenceyek mezin hat. Lê sîxurî qebûl nekir. Dayika wî Gulten Temel jî hat binçavkirin û rastî îşkenceya giran hat. Elî Temel piştî 4 mehan li Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê ma, şandin Zindana Amedê. Temel li Zindana Amedê strana ‘Va ye PKK rabû’ nivîsand. Dema Ferhat Kurtaş û hevalên xwe agir berdan bedena xwe û çalakî pêk anî stran li ser wan nivîsî. 
 
Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li Zindana Amedê îşkenceyên gelek giran hatin meşanin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa têr nekir. Li aliyê din li ser zindana Amedê û îşkenceya zindana Amedê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê çêkir, helbestên Hunermend Elî Temel bû. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Nivîskarê helbest û Strana "Vaye PKK Rabû li deşt û zozanan belav bû" ku li Zindana Amedê ev helbest nivîsand û bi salan in li her derê dengê wê bilind dibe û pir tê guhdarkirin û hezkirin. Elî Temel ku bi darê melkezê û tayê gorê tembûr çêdikir û helbestên xwe dikirin stran, li Zindana Amedê helwesta "Vayê PKK Rabû" nivîsand û ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bû moral û coş. Elî Temel heyvanê strana xwe ji pêngava 15'e tebaxê serdegirtina Dih û Şemzînanê girtiye. Temel li girtîgehê ji darê melkesê û tayê gorê tembûr çêkir û bi vê tembûrê helbestên xwe dikir stran û stran digot. 
 
BI STRANA 'AMED' REWŞA ZINDANA AMEDÊ ANÎ ZIMAN
 
Di sala 1981'ê de hat girtin û di rojên xwe yên li zîndana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser Kurdî diêşand. Li gel Ferhat Kûrtay di koxûşa 33'an a navdar de dima. Di şeva 18'ê Gulana 1982'n de dema Kûrtay û sê hevalên wî bedena xwe dan ber agir, ew jî li wir bû. Ji wê rojê û pê ve li hin cihan gotinên helbestan dinivîsand, navê helbestê jî AMED bû. Hevalê wî yê girtîgehê Siyasetmedar Muzafer Ayata jî digot "Civata PKK'ê weke mala xwe didît, weke zarokê vê malê bû. Dibeziya her karî, bi dîsîplîn bû. Bi aheng bû. Mîna xwe bû, bi qasî ciwanbûyîna xwe, ewçend jî zane bû. Jê dihat hezkirin. Ji dil bû. Ne ew mirovên ku bi şaşitî tevli me bûbû. PKK ji bo wî bijarteyek, daxwazek bû. Timî bi Kurdî re mijûl dibû, helbest dinivîsand, stran çê dikir." 
 
Elî Temel di sala 1990 de ji girtîgehê bi gelek helbest û stranan derket: "Xwişka Zozan", "Deşta Bismilê", "Şitla Azadî", "Rozerîn", "Bûka Kurdan" û "Keçika Dersimê". Dîroka Kurdistanê êdî ji "90'an" destpê kiribû, salên germ ên azadiyê serxweş kirine. Mîna ku beriya bi salan nivîsandibû, dema vebûna kulîlkên welatê wî hatibû û êdî dem dema şabûna bilbilan bû. Elî Temel bi muzîk û stranên xwe re, xwe li salên 90 girt û bêguman hingî nizanîbû ew pêngaveke girîng a mûzîka Kurd e. Hevalê Temel Genim jî ji bo Temel wiha gotibû: "Di destpêka sala 1991'ê de li Stenbolê min Elî Temel dît, çalakiyeke ÎHD'ê hebû. Ya rast, ew çalakî yekemîn çalakiya rêxistinbûyî ya rêxistinbûyîna siyasî ya Kurd bû. Hevalê Elî li wê derê helbesta Amed xwend û ez gelekî ketim bin bandora wê. Me jî weke kom, nû dest bi xebatên xwe kiribûn. Me di wê çalakiyê de hev nas kir û me jê re gotin ku em dixwazin xebatên xwe pê re parve bikin. Me ew vexwend Komeleya Nermikaniyan a Meletiyan kir, ku me xebatên xwe li wir dimeşand. Wê demê, xebatên çand û hunera Kurd ên li Stenbolê birêxistin dibû. Em jî di nava vî karî de bûn, me biryar dan ku em bi hev re xebateke hevpar bimeşînin. Û li ser vê bingehê me biryar da xebatên xwe weke Koma Çiya bimeşînin. Bi vebûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê re, me xebatên xwe birin vê derê." 
 
Albuma yekemîn di sala 1991'ê de bi helbestên Elî Temel re di bin navê "Rozgerîn" derket. Rozerîn bû mûzîka fona Berxwedanê, Newroz û Serhildanan. Album mîna gotinên destpêkê yên çîroka azadiyê bû. Kurdî jî toza li ser xwe ya ji ber salên qedexe ji ser xwe avêtibû; xwe gihandibû qadan, bi milyonan mirovan. Di nava albumê de hinekî berxwedana Amedê, hinekî meşa Botanê ya gerîla ku nû destpê kiribû, hinekî jinên berxwedêr ên Dêrsimê û "Şitla Azadiyê" hebû.
 
Genim di gotinek xwe de gotibû "Elî Temel rastiya welêt, bi hestên xwe diniqutand û dikir awaz. Helbestên xwe li girtîgehê, di wê rewşa hovîtiyê de nivîsand û bi hevalên xwe re parve kir. Tevî şert û mercên giran û bê derfetiyê jî gihand gel, di çalakî, dawetên welatparêzan û organîzasyonan de anî ziman. Di karê damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamya de cih girt û demekê li rojnameya Ozgur Ulkeyê xebitî. Ez xwe bi şens dibînim, ku demeke kurt be jî li gel wî me dik û jiyan bi heman hestan, bi heman awaza têkoşînê parve kirin." 
 
Di sala 1992'an de dema ji bo bibe gerîla ket ser rê, pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz, di "Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê" de bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên ciwan ên gerîla û dema derket ser dika biçûk a li koşeyeke li kampê, mirovê herî kêfxweş bû. "Keçika Dêrsimê" bi dengê xwe got. Piştî perwerdeya leşkerî, li axa lê ji dayikbûye li Mêrdînê weke gerîlayekî vegeriya. Elî Temel li wê derê jî pênûs û tembûra xwe neterikand. Gerîlatî bi wê Kurdiya xwe ya zelal veguherand helbestan, bi skêçan jî rûyê hevalên xwe kenand. Di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li çoltera Şemrexê di encama operasyona ji ber îxbarekê de li şikefta tê de bû birîndar bû. Temel, ji bo nekeve destê leşker bombeya di destê xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Leşkeran ew bedena wî şewitandin û dûre li Girê Sergo veşartin.
 
19 SAL ŞÛNDE HESTIYÊN TEMEL DÎTIN 
 
Malbata wî ji bo xwe bigihîne girtîgehê bi salan têkoşîna huqûqî meşand, ti cih, ti rayedar nehişt ku serî lê neda. Taliyê piştî bi salan, di kolandina li Girê Sergo de şopa wî hat dîtin û piştî 19 salan di 2'ê Cotmeha 2013'an de hestiyên wî hatin dîtin. Hestiyên ku tê gotin ê Elî Temel û Elî Kevcî yê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo testa DNA li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê lêkolînkirin. 
 
Li Girê Sergo yê li herêma Yevrê yê navçeya Mêrdîn Şemrexê, kolana gora tomarî hate kirin. Di kolanê de hestiyên ku tê diyarkirin aîdê hunermendê Kurd Elî Temel û Elî Kevcî ye hatin dîtin. Kolana bi pêşengiya Dozgerê Komarê yê Şemrexê û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Mêrdînê de tê kirin. Piştî hestî hatin dîtin, hestî ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA'yê zelal bû malbatê hestiyê Elî Temel li Qoserê defin kirin. 
 
Malbata wî jî, ji bo cenazeyê Temele li cem Ferhat Kûrtay li Qoserê veşêre, dest bi amadekariyan kir. Dibe ku her du hevalên berê, hemşerî, mamoste û xwendekarê Kurdî yên zîndana Amedê dê piştî 30 salan bigihêjin hev û ev roja ku her du li gel hev razê dê "Şitla Azadiyê" jî hinekî din jî şîn bibe..
 
NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ YA Ş.ELÎ TEMEL VEKIRIN, LÊ QEYÛMÊ GIRT
 
Ji bo nemirkirina Hunermendê navdar Elî Temel li navçeya Qosera Mêrdînê Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel ku di bin baneya Şaredariya Qoserê de xebatan dimeşîne hat vekirin. Li vê navendê perwerdehiyên kursên baglama, gîtar, şano, wêne, keman, erbane, koroya zarokan û lîstokên gel hatin dîtin. Lê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, Navenda Çandê mohr kirin. 
 
ARŞÎVA ELÎ TEMEL TOMAR KIRIN
 
Lêkolînera Çandê Zeynep Yaş, li ser berhem û hunera Elî Temel ya di muzîka kurdî de lêkolîn kir. Lêkolînek li ser kurtejiyana wî kir. Tevî berxwedana wî ya şoreşgerî pêşengiya wî ya stranbêjiya şoreşgerî, xebat û afirênderiya wî ya bêhempa ya sazîkirina huner û çanda kurdî ya li Stenbol, Suriyê û bi taybet handana wî ya li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kir. Rola wî ya hunerî di berxwedana zindana Amedê û rola wî ya rewşenbîrî di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya û damezrandina Komên NÇM bi taybet Koma Çiya û nivîsandin û bestekirina gelek berhemên ku îro şakar in di arşîva muzika kurdî lêkolîn kir. Hêza wî ya nivîsê di derxistana Kovara Rewşen û rojnameya Welat de raxist ber çavan. Geşkirina hêza hunerî li Bajarên Amûdê û Dirbesiyê ku li wir pêşengiya vekirina saziyê wekî hunergeh kiribû û çendîn komên huneri damezrandibûn ku li wir jî gelek berhemên berketi afirandibûn. 
 
Zeynep Yaş, ji bo Temel baştir bê nasîn û berhemên wî nemir bibin li ser jiyana wî ya şoreşgerî, hûnerî û berhemdarî lêkolîn kirin û tomar kirin. Yaş, di pirtûka Şakarên Muzîka Kurdî Cilda duyemîn de kurtejiyana wî nivîsand, 3 stranên wî nivîsandin û notakirin. Ligel çend wêneyên wî li nav 110 hunermendén muzïka kurdî danin. Xebatên Zeynep Yaş yên li ser arşîva Temel û hunermendên din hêj didome. Yaş diyar kir ku ew li ser berhem û arşivên Temel dema agahî û belgeyekê ji cihekî peyda dikin kom dikin û li arşivê zêde dikin. 
 
 
Elî Temel kî ye?
 
Elî Temel di sala 1981'an de hate girtin û xistin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê "Rozerîn" derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Demek di serwîsa çand û huner a Rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel ku tevlî PKK'ê bû di 13'ê tîrmehê sala 1994'an de di encama pêvçûna bi îxbarekî derket de li nêzî Şemrexê birîndar bû, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskar, helbestvan û hunermendê navdar ê kurd, helbestên wî di Koma Çiya de bûne berhemên gelek stranan. Ali Temel dema di girtîgeha Amedê de bû, bi tayê gorê û textan tembûr çêkir û li ber têlên tembûrê helbest nivîsand. Temel, piştî serbest hate berdan di 9'ê Tîrmeha 1994'an de li gundê Tirbik yê navçeya Şemrexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.
 
Malbata endamê PKK'ê û hunermendê kurd Elî Temel ku di sala 1994'an de li Şemrexê di şer de jiyana xwe ji dest da û di gora komî de hatibû definkirin hestiyê kurê xwe Temel ji Dozgeriya Komarê ya Qoserê wergirtin. Bi sedan kes tev li wergirtina hestiyan bûn. Hestiyên Temel li Goristana Girê Bîra ya Qoserê hat definkirin. 
 

Sernavên din

16/07/2018
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin
12:30 Kemalbay a HDP'î: Bi biryara Soma edalet bin ax kirin
11:15 Li Iraqê xwepêşand mezin dibin: Li Necefê dest danîn ser balafirgehê
10:54 BTK'ê xwest li JINNEWS’ê doz bê vekirin
10:34 Teqawîd ne mirî ne û ne jî dijîn
10:09 Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin
10:07 Fîtcê nota krediya Tirkiyeyê daxist
09:50 Li Amedê êrîşa çekdarî: 2 kes mirin, kesek birîn bû
09:35 Aktar: Di dozên polîtîk de dê qîmeta parastinê nemîne
09:34 Parêzerê Soma Atalay: Em ê serî li dadgeha Îstînafê bidin
09:13 Ji ber bêhna angûsan Îskenderûnî nizanin dê çi bikin
09:12 Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir
09:11 Dozger bersiva nameya AGÎT'ê da: Nivîsandina 'berxwedan'ê sûc e
09:10 Pira Hûrkanê ku şîr tev li xerca wê hatiye kirin hîn jî wek berê ye
09:09 Êdî dewlemend jî nikarin pîvaza hişk bikirin
09:09 Di mehekê de 4 kes fetisîn, lê hîn jî tevdîr nehatine girtin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN
13/07/2018
20:23 Hersê birayên ku cerdevanan ew kuştin dê bên veşartin
15:44 Baroya Amedê: Rastî we bêdeng dike gelo?
15:43 Cenazeyên 3 bira rakirin saziya tipa edlî
14:46 Edîtora JINNEWS’ê: Serdegirtin dê me têk nebin
14:37 Bersûcê doza TIR’ên MÎT’ê yê fermandar hat binçavkirin
14:06 Koma Jinan a HDP’ê: Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin
13:46 Atay ji bo gelê Îskencerunê spas kir
13:45 Rojnamegerek ceza kirin û rojnamegerek beraet kirin
13:32 Ji ber 21 sal cezayê girtîgehê lê birîn name nivîstand
13:10 ‘Dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike’
12:43 Li Edeneyê xelata asansorê qetiya: 3 karker birîndar bûn
12:35 KCD’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da
12:34 Cerdevanan li Pirsûsê 3 bira kuştin
12:11 Li Hatay û Rihayê binçav kirinên medya civakî
12:10 Arîna yek salî ya li girtîgehê nabin nexweşxaneyê
11:43 Zarokê di bin dîwar de ma defin kirin
11:42 TJA: Pergala nû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye
11:41 Bîlîcî: Yên feramana Roboskî dan hatin xelatkirin
11:21 Hunermendê kurd Elî Temel 24 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî
10:39 Derket holê ku cezayê dîsîplînê li polîsên ‘Doza Panzêrê’ hatiye birîn
10:38 Serokê OTK ê ODTU Gur yê hat binçavkirin û berdan: Me peyam girt
10:36 Li Farqînê pevçûn: Cerdevanek hat kuştin
10:17 Parlamenterê HDP'ê Eksik: Têkildarî Wezîrê Tenduristiyê fikarên me hene
09:21 ‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'
09:18 Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne
09:17 OHP: Jiyana yektîpî li girtiyan ferz dikin
09:17 Eren Keskin: Duh Çîller-Agar, îro jî Soylû
09:16 Tirpankêşê 35 salan: Tenê hêviya min dest û milên min in
09:15 Mehmet Ocalan: Çav û guhê milyonan li Îmraliyê ye
09:14 Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN