ŞIRNEX – Derket holê ku di “Doza Panzêrê” de Tuncay Taşdemîr ê polîs û Selçûk Erdogan ê Midurê Emniyeta Silopî yên ku navê wan dî bûyerê de derbas dibe di encama dîsîplîna lêpirsînê de ceza girtine. Prz. Rojhat Dîlsîz xwest ku ku her du kes jî wek bersûc li dosyeyê bên zêdekirin û ji bo berpirsyarên rastî bên cezakirin bi fikar in.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya Şirnexê di 3’ê gulana 2017’an de polîsan panzêr li malekê qeliband û Muhammed (7) û Furkan (6) Yildirim ên birayê hev di bin panzêrê de man û jiyana xwe ji dest dan. Derbarê ajokarê panzêrê Omer Yegît û amirê wî peywîrdar kiriye Murat Maden de doz hatibû vekirin û danişîna çaremîn a dozê duh hat dîtin.
TAŞDEMÎR Ê BÛ ŞAHID MIDURÊ EMNIYETÊ SUCDAR KIR
Ji sûcê “Biqisûr ji kesek zêdetir bû sedemê mirinê” ji 2 salan heta 15 salan ceza ji bersûcan re tê xwestin. Polîs Tuncay Taşdemîr ê ku danişîna din de wek kesê ferman daye wek şahid hat guhdarkirin. Dema bûyer pêk hat Taşdemîr Alîkarê Amirê Buroya Parastinê bûye. Taşdemîr di mijara peywîrdarkirina bêsertîfaka ya ajokarê panzêrê Midurê Polîsan ê Silopiyê Selçûk Erdogan berpirsyar girt û girteka bûye mijara gotinê jî midûr îmze nekiriye.
Parêzeran di danişînê de xwest ku Midurê Polîsan Selçûk Erdogan û Amirê Polîsan Tuncay Taşdemîr wek bersûc li dosyeyê bên zêdekirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişînê taloqî 24’ê cotmehê kir.
LI 4 KESAN CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ HATIYE BIRÎN
Di dosyeyê de hûrguliyek balkêş derket holê. Piştî bûyerê demek kurt şûn ve di danişîna ewil de ajokarê panzêrê Omer Yegît hat berdan. Derket holê ku derbarê polîsê ajokar peywîrdar kiriye Murat Maden, Midurê Polîsan a Silopiyê Selçûk Erdogan û Alîkarê Amirê Buroya Parastinê Tuncay Taşdemîr de di encama lêpirsîna dîsîplînê de ceza girtine.
JI MÛÇEYÊN POLÎSAN CEZAYÊ BIRÎN E
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve ku hat destpêkirin ajokar Omer Yegît ji 24 mehan zêdetir cezayê dûrkirinê girt. Li her sê polîsên din jî cezayê ji mûçeyê wan 11 û 15 rojan bê birîn hat dayîn.
Li gel cezayê dîsîplînê û daxwazên parêzeran jî tenê ajokar û polîsê ew peywîrdar kiriye wek bersûc di dosyeyê de bicih kirin.
‘POLÎSÊN ŞAHID XISÛSÊN ME PIŞT RAST DIKIN’
Derbarê van geşedanan de parêzerên malbata Yildirim jî bi fikar in. Parêzerê malbata Yildirim, Rojhat Dîlsîz derbarê dozê de axivî û diyar kir ku bûyerên wek vê bûyerê heta roja îro bêencam dimînin û doseyay “Doza Panzêrê” wek “dosya pîlot” binav kir. Dîlsîz da zanîn ku hemû serlêdan û hewldanên wan bêencam mane û wiha got: “Derbarê polîsên ku destûra ajotina bêsertîfaka didin de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ev nayê qebûlkirin. Polîsên şahid jî ji destpêkê ve xisûsên em dibêjin pişt rast dikin. Ji ber ku gelek dosyeyên mîna vê bêncam man û tiştek derneket holê, ya rast ev darizandin jî me naxe nava bendewariyek micid û zêde.”
‘EM BI FIKAR IN’
Dîlsîz anî ziman ku mirina zarokan kes nikare bi “qederê” ve girê bide û divê berpirsên bûyerê derkevin pêşberî darazê û got: “Dadgehê bi biryara xwe ya ewil hemû nêrîn û fikrê xwe aşkere kir. Ji bo ku berpirsên rastî ceza negirin em bi fikar in. Darizandin didome. Em her dem hêviya xwe diparêzin. Qîmet nedana daxwazên me me diajo nava gumanan.”