AMED – Li herêma Bendava Farqînê cerdevan li gel leşkeran derket operasyonê û pevçûn qewimî. Di pevçûnê de cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû.
Li herêma Bendava Farqînê ya di navbera navçeyên Farqîn, Pasûr, Licê û Hezro yên Amedê leşker derketin operasyonê. Di saetên şevê de di navbera leşker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî û 2 cerdevan birîndar bûn. Cerdevanên birîndar bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selehattîn Eyyubî ya Amedê. Tevî hemû mudaxeleyên tibî jî cerdevanek nehat rizgakirin û jiyana xwe ji dest da.
Li herêmê operasyon dewam dike. Walîtiya Amedê derbarê operasyonê de daxuyanî da û got ku cerdevanek jiyana xwe ji dest daye û cerdevanek jî birîndar bûye.