AMED - Li Taxên Alîşapa û Lalebey ên navçeya Sûrê xerakirina gava yekemîn bi dawî bû dest bi xerakirina gavên duyemin dikin.
Di bin navê “Veguhestina Bajarvaniyê” de di 23’ê Gulan dê dest bi rûxandina Taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûra Amedê hatin kirin. Rûxandina gava 1’emîn a taxên Sûrê bi dawî dibe. Li şûna rûxandina Etapa 1’emîn a taxa Alîpaşa, înşeat dest pê kir. Niha jî dest bi amadekariyên rûxandina Etapa 2’yemîn kirin.
Gava Epsaş a Dîcleyê bi polîsan re ketin Kolana Av a taxa Alîpaşa û dest bi amadekariyên rûxandina Etapa 2’yemîn kirin. Ekîpê, têlên ceyrana taxê qût kirin, hinek stûnên ceyranê daxistin xarê û nîva taxê bê ceyran ma.