ENQERE - Parêzerê xwendekarên ODTU yên Girtî Faruk Cayir, diyar kir ku ev girtin, bi armanca zextan li ser ODTU yê zêdetir bikin û got: “Ev çavtşirsandin e.”
Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ya Enqereyê di 6’ê tîrmehê de di merasîma mezûniyetê de xwendekaran çalakiya şermezarkirinê pêk anîbûn û pankarta “Alema Tayyîban” vekiribûn. Ji ber vê yekê 4 xwendekarên bi sûcdariya “Heqaret li Serokkomar kirin” hatibûn binçavkirin, duh hatin girtin.
Parêzerê xwendekaran Faruk Cayir ê ji bo Înternatîonal Press Agency (IRA) axivî, diyar kir ku bi vê girtinê hewl didin zextên li ser ODTU’yê zêdetir bikin. Ji bo xwendekaran çavtirsandî bikin, girtin.”
‘BIRYARA DARAZÊ YA SABÎT HEYE LÊ…’
Çayir derbarê pankarta xwendekaran hilgirtin de wiha got: “Biryara darazê ya sabît heye ku karîkatur ne sûce. Ev biryarek emsal a sabîte. Me ev biryar pêşkêşî dozger kir. Lê dozger dibe ku ji ber zextên heyî ev biryar li ber çavan negirt. Di mediya hewzê de, li dijî xwendekaran êrîşek pir cîdî hat avakirin. Desthilatdar vê zextê li medyayê dike. Meqamên siyasî biryar dan û 4 xwendekar hatin girtin. Ji ber bûyerek wisan jê rêzê girtinên li Tirkiyeyê didin nîşanan ku, daraz û hiqûq têk çûye.”