* Parêzer Yaşar Kaya derbarê dosyeya Cemîl Kirbayir de ku di dema binçavkirinê de hat windakirin got: "Ji bo vê dosyeyê min û Parêzer Eren Keskîn serî li DMME'yê da û doza tazmînatê kir. Niha di asta dawî de ye, bi îhtimaleke mezin dê di nav vê salê de bi dawî bibe."
* Jinên erdexanî ku di havînê de dewarên xwe dibin zozanan, behsa zor û zehmetiyên jiyana li zozanan kirin. Jinan bilêv kir ku pere zivistanê deyn dikin û beramberiya vî pereyî 2 mehan ji bo banedaran, mehkê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.
* Piştî bûyer û sûcên derbarê îstismarkirina zarokan de zêde bûn û ketin rojevê, nîqaşên darbekirin û xesandinê jî ketin rojevê. Seroka Bariya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz anî ziman ku xesandin û darvekirin ne çareserî ne. Yeşîlbogaz got, çareserî afirandina hayjêhebûna civakiyî ye.
* Endamê Meclisa Endezyaran û Endezyarên Civakparêz (TMMM) Emre Gelîr, bal kişand ser qezaya trênê û diyar ker ku sedema facîayê arizîkirin e û ji ber ku dewlet venêrtina wê nak e.
* Qeyûm 3 donim qemirgehên li qeraxa Gola Wanê tune kir û şûna wan kir plaj. Ekolojîst Serdar Çevîk, got li herêmê qeyûm bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin û vê yekê wekî rantê dibînin.
* Muslum Karak, bavê Îsmet Karakê ku di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê de ye, diyar kir ku ji ber kurê wî jimariya di nîzama leşkerî ya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye, ji 18'ê Adarê ve ew xistine hucreyekê.
* Li Silopiyaya ku germahiyeke zêde lê heye, hefteyeke ceryana gelek malan tune ye. Malbatên ku ceryana wan hatiye qutkirin bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin ev pirsgirêk bê çareserkirin.
* Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo Serokê meclîsê hilbijêrin dê kom bibin.
* Zîrveya NATO ku 29 welat tevlê bûne, dê di roja 2'emîn de bi dawî bibe. Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dê civîna çapemeniyê pêk bîne.
* Danişîna doza 50 kesên ku di navde Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî heye û bi sedema di înşaata Goristana Şêx Seît a li Pîranê de xebitîne doz hatibû vekirin dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Gerinengeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bidome. (10.00)
* 4'emîn danişîna doza 2 polîsên ku li navçeya Silopî birayên hev Furkan û Muhammet Yildirim bi panzêdê di malê de kuştin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. (11.30)
* Malbatên Roboskî dê di hefteya 341'an de li ser gora zarokên xwe çalakiya edaletê berdewam bikin. (16.00)