AMED – Li gundê Fêra ya bi ser navçeya Farqînê, leşkeran bi hinceta taziyeya şervanê YPG’ê Volkan Bayka lê danîne bi ser Mala Şînê ya gund de girt. Leşkeran deriyê Mala Şînê qefle kir û nifte jî desteser kirin. Hat zanîn ku bavê Bayka Mustafa Bayka û keyayê gund Alî Bakici jî hatine binçavkirin.
Şervanê YPG’ê Volkan Bayka (Ciwan Boşat) ê ji navçeya Farqînê ya Amedê di 6’ê tîrmehê de li navçeya Raco ya Efrînê di pevçûnek bi leşkerên tirk re jiyana xwe ji dest da. Piştî malbata Bayka agahiyên derbarê kurê xwe bihîst li gundê Fêra yê Farqîna Amedê li Mala Şînê serdanên sersaxiyê qebûl kir. Leşkeran vê sibehê bi hînceta taziye lê tên qebûlkirin bi ser Mala Şînê de girt.
DERÎ QEFLE KIRIN Û NIFTEYÊ LI GEL XWE BIRIN
Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de leşkeran wêneyên şervanê YPG’ê Bayka desteser kirin û deriyê Mala Şînê qefle kirin û nifteya derî jî dester kirin.
BAVÊ BAYKA Û KEYAYÊ GUND HATIN BINÇAVKIRIN
Her wiha li navenda Farqînê jî polîsan bi ser mala malbata Bayka de girt û bav Mustafa Bayka binçav kir. Leşkeran bi hinceta ku destûr daye malbata Bayka ku şîna zarokê xwe li Mala Şînê deynin, keyayê gundê Fêra Alî Bakicî jî binçav kir. Piştî ku Bayka û Bakici li dozgeriya Farqînê îfade dan hatin berdan.
DOZGER KEYA XWESTIYE
Têkildarî mijarê şêniyên gund axivîn û diyar kirin ku leşkeran wiha ji keyayê gund re gotiye: “Dozger ji me re got ku ‘keya çawa destûr dide şînên terorîstan ku li mala şînê bê danîn.’ Biçin wî ji min re bînin.”