AMED - 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, 13 roj berê der barê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê dan û îro heman dadgehê bi yek dengî biryara berdewama girtinê dan. Guven bertek nîşanî biryarê da û got: "Ger ku hiqûq ji bo hemû kesan wekhev bûya, îro dê ev geşedan nejiya."
9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku bi yek dengî der barê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê dan, îro heman dadgehê bi yek dengî der barê Guven de biryara berdewama girtinê dan. Dozger der barê Leyla Guven de ji 25 salan heta 45,5 salan ceza dixwaze. 2'emin danişîna doza Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Guven û parêzerên wê li salonê amade bûn. Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk, Berdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gülistan Kılıç Koçyigit, Parlamenterên HDP'e yên Amedê Semra Guzel, Musa Farisogulları, Saliha Aydeniz siyasetmedar Sait Dede û nûnerên KCD, HDP, TJA û DBP'ê amade bûn. Polîsan li dora salonê tedbîrên gelek mezin stendin. Dadgerê der barê Guven de biryara berdanê da, bi hinceta bi rapor e tev li danişinê nebû. Heyeta dadgehê biryara dosyaya ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kirine yek xwendin. Sucdariya der barê Guven de ji Guven pirsîn.
Guven, parastin bi kurdî kir û diyar kir ku ji xwe wekî Seroka KCD'ê tê darizandin û wiha got: "Ez niha wekî Parlamentera HDP'ê ya Colemergê têm darizandin. Wekîltiya HDP'ê wekî yelekê ji agir e. Heta niha me çawa di vê rêyê de li ber xwe da, em dê ji niha û şûnde jî di vê rêyê de li ber xwe bidin. Vê dadgehê der barê min de biryara tahiyê da. Piştî min alavên xwe yên girtîgehê kom kir, ez bernedam. Ez bi SEGBÎS'ê derxistim 10'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê û diyar kirin ku der barê te de biryara girtinê heye. Ji xwe ez hêj girtî bûm û li girtîgehê bûm. Ger ku hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk hatibûya ez dê ne li vir bûma û dê ev tişt nejiyana."
Guven, anî ziman ku dadgerê der barê wê de biryara tahliyê da niha ne li salonê ye û wiha berdewam kir: "Ez tahliya xwe naxwazim. Ez tenê wîcdan dixwazim. Ez dixwazim tenê hûn li gorî hiqûqê tev biegerin. Ji ber em hiqûqê dixwazin Wezîr ji me nifrînê dike. Lê em dixwazin bila biryar wîcdanan birîn nekin."
Parêzera Guven Reyhan Yalçindag Baydemir xwest biryara li dijî hiqûqê bi dawî bibe û wiha got: "Pişti 24'ê Hezîranê Guven' hatiye hilbijartin û li gorî xala 83’emin a Qanûna Bingehîn destnedayîna wê heye. Yalçindag, xwest Guven bê berdan û darizandina wê bê rawestandin.
Heyeta dadgehê daxwaza Prz. Yalçindag red kir û xwest dosya "Muxalefeta meş û civînan" bê cudakirin.
'TIŞTA HÛN DIBÊJIN SÛC JI BO ME NE SÛC E’
Pişt re dozgerê danişînê xwest ku girtina Guven dewam bike û kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin. Guven li dijî mutalayê mafê axaftinê girt û bertek nîşanî sûcên daivêjin ser wê da. Guven got: “Tişta îro hûn dibêjin sûc, ji bo me nû sûc e. Me tenê mafê xwe bikaranî. Wê dozger jî rojekê hewceyî vê yekê bibe.”
Parêzer Yalçindga Baydemîr li dijî mutalaya xwest girtina Guven dewam bike diyar kir ku di dozên siyasetmedarên kurd û hilbijêrên wan de “komkujiyek bi xof a hiqûqî dibe” û biryara hatiye dayîn li ser kêfê hatiye dayîn. Yalnçindag got: “Heke Guven îro neyê berdan, dê mudaxeleyek li dijî hiqûqê bê xwendin. Ez carek din daxwaza berdana miwekîla xwe dikim.”
DANIŞÎN TALOQÎ 7’Ê MIJDARÎ KIRIN
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi boneya kêmasiyên di dosyeya dozê de bên temamkirin danişînê taloqî 7’ê mijdarê kir.
‘MAF, HIQÛQ Û EDALET NEMAYE’
Parlamenter û rêveberên KCD, HDP û DBP’ê piştî danişînêli ber Edliya Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk bertek nîşanî biryara ji bo Guven hat dayîn da û got: “Dadger û dozger li gorî qesrê tevdigerin. Çawa ku ferman didin wan wisa tevdigerin. Li vir maf û edalet û hiqûq nemaye. Bila nebêjin wê Leyla Guven di nav çar dîwaran de bê mehkumkirin. Vîna dadger û dozgeran mehkumî nav çar dîwaran bûye. Em ê hevala xwe Leyla Guven û hemû girtiyên azadiyê û Tirkiyeyê azad bikin.”
‘SERDESTIYA HIQÛQÊ NEMAYE’
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî da zanîn ku hemû dozger û dager ketine bin bandora desthilatdariyê û li Tirkiyeyê ne serdestiya hiqûqê lê serdestiya desthilatdaran heye.