RIHA – Bernamzetê HDP’ê yê Rihayê Ozgur Can Altingul got ku beriya hilbijartin û piştî hilbijartinê du car kesên xwe wek polîsan da nîşandan wî sekinandine û sîxûrî lê ferz kirin e. Altingul, anî ziman ku gefên mirinê lê xwarinê û serî li ÎHD û dozgeriyê da.
Bernamzetê parlamenteriya ji bo HDP’ê yê Rihayê Ozgur Can Altingul (23) diyar kir ku du caran ji aliyê polîsan ve hatiye sekinandin û polîsan sîxurî lê ferz kirin e û gefa mirinê lê xwarin e. Altingul piştî van qewimînên hatin serê wî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da û li dozgeriyê giliyê sûc kir.
‘DERBARÊ HDP’Ê DE AGAHÎ DIXWESTIN’
Altingul destnîşan kir ku cara ewil di meha çile de bi wesayîtekê pêşiya wî girtine û wiha got: “Min xistin hundirê wesayîtê. Di hundir de 3 kes hebûn û rûpoş bûn. Xwestin têkildarî HDP’ê agahiyan bidim wan. Ji min re gotin ‘Tiştên li HDP’ê me re ragihîne. Wek din ne hewceye tiştekî din bikî. Tenê tu nav bidî bes e. Tu tev li tiştekî nebe, em ê di warê aborî de jî alîkarî bidin te.’ Bi van gotinan xwestin ez sîxuriyê bikim. Min ji wan re got ez vê qebûl nakim. Di wê kêliyê de li min dan û heqaret kirin. Pişt re min birin çolterekî û ji wesayîtê avêtin.”
‘GOTIN EM POLÎS IN’
Altingul da zanîn ku roja piştî hilbijartinê di 25’ê hezîranê hin kesan pêşiya wesayîta wî birine û cara duyemîn gefên mirinê lê xwarin e. Altingul anî ziman ku bi wesayîta marka wê Fiat Doblo ya rengê wê spî pêşiya wî girtine û wiha dewam kir: “Hatin hundirê wesayîta min û xwestin serê xwe bitewînim. Gotin ku polîs in. Ji min re gotin ‘Em ê çend caran hişyar bikin. Tu rehet nasekinî. Nebêje ku em ê te winda nekin. Em ê te wisa winda bikin, ruhê tu kesekî nabihîze.’ Bi gotinên xwe re çek jî xistin serê min. Bi qundaxa çekê çend caran li serê min dan. Pişt re min berdan.”
Altingul xwest ku tu kes li hember gefên mirinê û teklîfa sîxuriyê bêdeng nemîne û serî li ÎHD’ê bide. Altingul serî li ÎHD’ê da û li Dadgeha Rihayê ji dozger re giliyê sûc kir.