AMED – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya li Amedê hat binçavkirin.
Li Amedê polîsan serê sibê bi ser mala endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dixebite girtin û lêgerîn li malê pêk anîn. Piştî lêgerînê polîsan bi îdiaya “derbarê wî de lêpirsînek” heye Yerlîkaya binçav kirin.
Dr. Yerlîkaya birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Li aliyê din hat hînbûn ku polîsan bi ser mala hin endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê jî girtin e. Di serdegirtinê de ji ber ku kes li malê tunebûye kes nehatiye binçavkirin.
Hat zanîn ku Dr. Yerlîkaya demek beriya niha erka wî tayînî Yozgatê kirin e û ji wir dîsa vegeriyaye Amedê.
Tê gotin ku Yerlîkaya bi hinceta lêpirsînek hêj dema li Sêrtê xebatên sendîkayê birêve biriye hatiye binçavkirin.