SÎNE - Li bajarê Sine qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 27 welatî mirin û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajarê Sineyê, li herêma nêzî termînala bajêrê Sîneyê tankereke petrolê li otobuseke parqkirî ya li ser rêya Dr. Huseynî, qelibî. Di qezayê de tanker teqiya û agir pê ket. Di vê qezaya giran de 27 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku di tankerê de 18 hezar lîtreyî sotemenî tê de hebû.