AMED - Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê yê di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Parlametera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dayî, ji ber rapora 3 rojan girtî, îro beşdarî danişîna Guven nebû.
Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 22’ê Çileya 2018’an de hat binçavkirin û di 31 Çile de bi îdiaya “Rêxistina çekdar avakirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê kirin”, “Gel beşdarî civîn û xwepêşandanên dij qanûn kirin” û “Endama rêxistinê ye” hat girtin. Bi giştî ji 25 salan heta 46 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji Guven re tê xwestin. Danişîna doza Guven îro li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin. Piştî Guven ji bo parlamenteriya HDP’ê ya Colemergê hat hilbijartin, parêzerên Guven ji bo berdana wê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê dabûn. Dadgehê bi yek dengî di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Guven dabû.
Ligel vê yekê jî, li benda encama îtîraza dozgerê danişînê yê ji bo biryara berdana Guven dayî, hat rawestandin. Dadgehê îtîraza dozger û dosyeya 4 klasorên doza Guven piştî bi saetan lêkolîn kir û şûn de, biryara berdanê rakir. Parêzerên Guven li dijî biryara rakirina berdana Guven, serî li Dadegehek paye bilindtir dan û îtîraz kirin. Lê ev îtîraza parêzeran jî hatibû red kirin.
3 ROJAN RAPOR GIRT
Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê Galîp Akpinar ê di 29’ê Hezîranê de biryara berdana Guven dayî, ji ber rapora 3 rojan girtî, îro beşdarî danişîna nebû. Vê yekê rê li ber nirxandinên xezt li serokê dadgehê Galîp Akpinar tê kirin, vekir.