NÎGDE – Hat îdîakirin ku Şaredarê Nîgdeyê Faruk Akdogan ji peywirê dane îstîfakirin.
Piştî îstîfakirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş, nîqaşên li ser îstîfakirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek jî didomin. Piştî Topbaş, îstîfayek din jî ket rojevê. Hat îdîakirin ku peywîra Serokê Şaredariya Nîgdeyê Faruk Akdogan pê dane îstîfakirin.
Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Westana metal heye. Em dê xwe nû bikin" Serokên Rêxistinên Agirî, Colemêrg, Wan, Mûş, Şirnexê, Êlih û gelek bajarên din ku AKP'ê lê deng winda kiribûn îstîfayên xwe dabûn. Hatibû diyar kirin ku zor li wan hatiye kirin ku îstîfa bikin.