STENBOL - Welatiyê ciwan Îbrahîm Koçer ê di 15’ê Adarê de li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qeza derbas kir û li nexweşxanê dihat derman kirin, piştî cezayê lê hatibû bûrîn hat erêkirin bi sandelyeya bi teker ku anîn edliyê, li wir girtin.
Welatiyê ciwan Îbrahîm Koçer ê di dema qedexeyên derketina derve yên li herêmê, di 12’ê Kanûna 2015’an de li Êlihê beşdarî çalakiyeke şermezar kirinê bûbû, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Êlihê derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di 2 danişînên dest pê kê yên hatin dîtin de Koçer bê parêzer beşdar bibû. Şandeya dadgehê piştî 2 car danîşîn hat dîtin û şûn de biryar da û kevirê di destê Koçer de weke delîl nîşan da. Şandeya dadgehê di danişîna biryarê ya di 1’ê Nîsana 2016’an hat dîtin de, bi hinceta mûxalfeta dij qanûnî ya hejmara 2911’an, 5 meh cezayê girtîgehê Koçer birî. Şandeyê di heman demê de, ji sûcê “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kirin” 3 sal û 14 meh , ji sûcê “Madeyên bi talûke û teqemenî li gel xwe girtin” salek û 13 meh û ji sûcê “Propagandeya rêxistinê
DADGEHA BILIND ERÊKIR Û DOZGER BIRYARA GIRTINÊ DERXIST
Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Êlihê bi giştî 7 sal û 1 meh cezayê girtîhê li Koçer birî û Daîreya Cezayê 16’emîn a Dadgeha Bilind jî, di 11’ê Nîsana 2018’an de ceza erê kir. Daîreya Cezayê 16’emîn a Dadgeha Bilind biryara qebûl kirî ji Serdozgeriya Komarê ya Êlihê re şand û dozgeriyê jî derbarê Koçer de biryara girtinê da.
BI SANDALYEYÊ TEKERLIKÊ LI EDLIYÊ HAT GIRTIN
Koçer ê ji bo xebat hatibû navçeya Çorlu ya Tekîrdagê, di 15’ê Adara 2018’an de qeza derbas kir û li nexweşxaneyek taybet dihat derman kirin. Koçer di 13’ê Hezîranê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn a Perwerdê ya Sing û Nexweşî ya Yedîkule ya Stenbolê hat kirin. Koçer di 28’ê Hezîranê de emeliyeta Stenoz trakea derbas kir û ji nexweşxanê hat derxistin. Koçer ê nêzî 5 mehan li nexweşxanê hat dermankirin, duh bi sandelyeyê tekerlikê anîn Edliya Çaglayena Stenbolê. Dozber biryara Dadgeha Bilind li rûyê Koçer xwend û ew şand Girtîgeha Sergirtî ya T2 a Metrîsê.
‘PARÊZER NEDAN KOÇER’
Parêzer Mehmet Ekîcî yê di dema doza Koçer li Dadgeha Bilind bû, dest bi parêzertiya Koçer kir, diyar kir ku di dema lêpirsînê de parêzer ji bo Koçer nehatiye tayîn kirin û wiha got: “Di pêvajoya darizandinê de parêzer ji bo Koçer tayîn nekirin. Ev bêhiqûqiyek mezine. Di danişîna duyemîn de bê parêzer ceza li Koçer birîne. Weke ku mal ji agir birevînin, bê hiqûqiyek mezin kirine. Gava Koçer li nexweşxanê dihat dermankirin, du maşîneyên zirxî tim li ber derê rawestiyane. Ji bo Koçer ji nexweşxanê bê derxistin, dozger tim zext li serbijîşkan kirine.”
MA / Yasîn Kobulan