ANTALYA - Li Antalyayê polîsan bi ser mala Eylem Yildiz a 24 salî de girt û binçav kirin.
Li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Kepez a Antalyayê, polîsan di ser mala Eylem Yildiz a 24 salî de girtin û kirin binçavan. Yildiz ji paşve kelepçe kirin û 2 saetan nava malê de rawestandin. Yildiz ku birin Midûryeta Polîsan, nehat zanîn bi çi hincetê hat binçavkirin.