ENQERE – Endamên kabîneya rejîma nû li Meclîsê sond xwarin û dest bi erka xwe kirin. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê ji wezîran re li çepikan nedan û protesto kirin.
Desteya Giştî ya Meclîsê ji bo sondwarina endamên kabîneya rejîma nû ya Tirkiyeyê li hev kom bû. Serokê derbasdar ê Meclîsê Durmuş Yilmaz têkildarî tayînkirina Desteya Wezîran tezkereyê Serokomariyê xwend. Yilmaz pişt re agahiya ku endamtiya Suleyman Soylu, Abdulhamît Gul, Mevlut Çavuşoglu û Berat Albayrak ên bûn wezîr a Meclîsê bi dawî bûye pêşkêşî Meclîsê kir. Piştî xwendina tezkereyê endamên Desteya Wezîran vexwend Desteya Giştî ya Meclîsê. Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û pişt re jî 16 wezîr bi dorê derketin kursî û sond xwarin.
DEMA SOYLU SOND XWAR CHP’Ê SALON TERK KIR
Dema Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ji bo sondxwarinê hat kursî wekîlên CHP’ê salonê terk kirin. Piştî Soylu sond xwar, wekîlên CHP’3e carek din hatin Desteya Giştî.
Dema wezîran sond xwar wekîlên AKP’ê û MHP’ê li çepikan dan û parlamenterên HDP’ê Û CHP’ê jî ji tu wezîrî re li çepikan nedan û protesto kirin.
Piştî endamtiya TBMM’ê ya 4 wekîlên AKP’ê ku bûn wezîr hat betalkirin, hejmara kursiyên AKP’ê ya li Meclîsê daket 290’î.