Zivistan barê wan ê aborî giran dike

WAN – Li Wanê ku mehên zivistanê dijwar in, bihayên zêde yên elektrîkê, gaza xwezayî û sotemeniyê di warê aborî de barê welatiyan giran dikin. 
 
Krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe. Di mehên zivistanê de, dema ku derfetên kar kêm in, pêdiviya sotemeniyê hîn bêtir diyar dibe û bandorên xizaniyê girantir dike. Gelek malbat ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên germkirinê zehmetiyan dikişînin. Di heman demê de bihayên gaza xwezayî û sotemeniyê yên zêde rojane li van pêdiviyan zêde dibin. Bi nêzîkbûna zivistanê re, fatûreyên welatiyan jî zêde dibin. Li Wanê ku zivistanên sar lê serdest in, berî zivistan bê fatûre zêde tên. Welatiyan xwest ku çareyek ji vê re bê dîtin. 
 
Makbule Bartûyê ku diyar kir ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin û got: "Elektrîk, gaza xwezayî û av pir biha ne. Heta ardê ku em ji bo pijandina nan dikirin jî pir biha ye. Ne birçî ne têr, em hewl didin ku debara xwe bikin. Heta niha, li Kurdistanê rewşa şer hebû. Ew tevahiya budçeyê li ser çek û guleyan xerc dikirin. Çiyayên me di operasyonên leşkerî de dihatin bombebarankirin. Vî şerî aboriyê wêran kir. Niha pêvajoya aştiyê heye. Vê carê ew ê budçeyê ji bo çi veqetînin? Êdî divê ji bo aboriyê xerc bikin û van deran jiyanbar bikin. Zivistan tê û hewa pir sar dibe. Bihayên komir û êzingan li gorî par hîn bêtir zêde bûne û debara jiyanê pir zehmet bûye. Lê tevî van hemû zehmetiyan, pêvajoyeke aştiyê heye. Ger gav li gorî pêvajoyê werin avêtin. Em lêçûna balafir, tank û topan ji bo komir, gaza xwezayî û elektrîkê xerc bikin. Êdî bila şer çênebe, xwîn neyê rijandin û aştî çêbibe." 
 
'BILA AŞTÎ ÇÊBIBE'
 
Bahar Abî anî ziman ku ew ji bo dabînkirina pêdiviyên malê, zehmetiyên zivistanê û gelek lêçûnên din zehmetiyan dikişînin û got: "Kurekî min heye û ew çûye bajarekî din li ser înşaetê dixebite. Duh kurê min ji şantiyeyê ket û birîndar bû. Zivistan hat û lêçûn zêde bûne. Gaza xwezayî, elektrîk, av, komir û dar hemû bi ser hev de hatine. Kar tune ye, tiştek tune. Hêza kirînê pir kêm bûye. Em çawa dikarin debara xwe bikin? Fatûreya avê pir zêde ye. Fatûreya avê ya mehekê 4 hezar TL ye; ez ê çawa bidim? Ez êdî nikarim debara zarokên xwe bikim. Ez çûm nexweşxaneyê, hebek bi 300 TL'yî bû. Îjar em ê çawa karibin baş bibin? Kevirê ku bi navê komir didin me di zivistanê de naşewite; ew tenê dûmanê derdixe. Em hewl didin bişewitînin, lê dûman pir zêde ye. Hefteyek e em gazê dişewitînin, fatûre 900 lîre ye. Çawa dibe ku kesek nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane bicîh bîne? Ger aştî hebe, ev zehmetî dê werin çareserkirin." 
 
'EM BI HÊVÎ NE'
 
Yusuf Aslan diyar kir ku aboriya welêt pir xirab e û ew nikare debara xwe bike û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek e ji bo em ji vê krîzê derkevin. Werin em hemû bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Xelk di rewşeke aborî ya pir xirab de ne û nikarin debara xwe bikin. Ez çûm bazarê û min ji bo sê kîsikên biçûk ên sebzeyan hezar lîre da. Mirovan pir mexdûr kirin. Em ji pêvajoya aştiyê hêvîdar in. Ger aştî çêbibe, her tişt dê baş be. Min gaza xwezayî saetekê vekir da ku xênî germ bibe, lê fatûre nêzî hezar lîreyî hat. Fiyet pir biha ne."
 
MA / Ozlem Yacan

Sernavên din

16/11/2025
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN