ENQERE – Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîn Coşgun di bîranîna 33’yemîn a komkujiya 10’ê Cotmehê de axivî û banga beşdariya danişîna biryarê ya doza 10’ê Cotmehê kir.
Welatiyên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan di meha 33’yemîn de li ber Gara Enqereyê bibîr anîn. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) di her roja 10’ê mehê de bîranînê li dar dixe. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, birîndar, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu beşdarî bernameyê bûn.
Di kêliya ku komkujî pêk hat saet di 10.04’an de rêzgirtin pêk anîn û pişt re Seroka 10 Ekîm-Der’ê Sakinci Coşgun daxuyanî da.
JI BO DANIŞÎNÊ BANGA BEŞDARIYA GIRSEYÎ KIR
Coşgun diyar kir ku danişîna biryara Komkujiya 10’ê Cotmehê dê di 31’ê tîrmeh3e de dest pê bike û 3 roj bidome û wê roja 2’ê tebaxê biryar bê dayîn. Coşgun anî ziman ku biryara dê di 2’ê tebaxê de bê dayîn li gorî ku ji mutalayê fêm kirine ji niha ve dizanin û ji ber vê yekê heta kujerên esil neyên darizandin heta yek ji wan bimîne dê têkoşîna edaletê bidin. Coşgun ji bo danişîna biryarê banga beşdariya girseyî kir û got: “Beriya biryar bê dayîn ev bernameya me ya dawî ye. Em di pêvajoyek hêvî xurt de dijîn.”
'24 MIROV MIRIN NE ŞÎN ÎLAN KIRIN Û NE JÎ ÊŞ PARVE KIRIN’
Ji mexdûrên komkujiyê Nazim Karakurt jî bal kişand ser komkujiya 10’ê Cotmehê û doza wê û wiha got: “Li vî welatî 24 mirov mirin ne şîn hat îlankirin û ne jî êş hat parvekirin. Lê şêxek ereban jiyana xwe ji dest dide ji bo wî şîna netewî tê îlankirin. Ji bo Filîstînê şîn tê îlan kirin. Lê ji bo welatiyên xwe şînê îlan nakin. Ev bê wîjdaniyek mezin e.”
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku dê li gel malbatan têkoşîna wan dewam bike û wê li cihê komkujiyê bîryardarî bê çêkirin.