ÊLIH - Rojnameger Şerîfe Oruç a duh çawa ku hat berdan li ber deriye girtîgehê bi hinceta dosyeyek wê ya din heye hat binçavkirin, sewqî Edeliya Xerpetê kirin.
Nûçegihana DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Orûç ku ji 5'ê Tîrmeha 2016'an ve girtiye, duh di danişîna doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin de hat berdan. Piştî biryara berdanê, çawa ku Oruç ji girtîgehê derket, dozgeriyê bi hinceta dosyeyek din biryara binçavkirina wê da û hat biçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Xerpetê. Oruç a şeva xwe li Midûryeta Polîsan derbas kir, sewqî Edliya Xerpetê hat kirin.
Li bendêye ku Oruç bê berdan.