STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 770’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdanan malbata Ocalan a 82’yemîn jî hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 770’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 769 caran serî li serdozgeriyê dan û dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.