STENBOL – Ji nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun re bi boneya darizandina parêzerên binçavkirî yên li dozgeriyê kir nûçe, 3 sal cezayê girtîgehê xwestin.
Di lêpirsînek li dijî DHKP-C’ê de parêzerên binçavkirî di 20’ê îlona 2017’an de derxistin dozgeriyê. Nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun jî darizandina parêzeran ya li dozgeriyê kir nûçe. Derbarê Coşkun de bi îdiaya “kesên li dijî terorê têkoşîn dane hedef nîşan daye” doz lê hat vekirin. Danişîna dozê ya duyemîn li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin.
Dozger di danişînê de mutala xwe da û xwest Coşkun bi 3 salan bê cezakirin. Coşkun û parêzerên xwe ji bo dikaribe derbarê esasê de parastina xwe bikin ji dadgehê daxwaza demê kirin. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînek din taloqî 19 tîrmehê kir.