NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Serfermandariya Giştî Hulusî Akar tayînî Wezarta Parastina Millî kirin. Piştî Akar, Orgeneralê Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Guler jî tayînî Serokatiya Serfermandariyê kirin. Guler yek ji fermndarên ku biryara Komkujiya Roboskî dabû.
Piştî li Tirkiyeyê pergal derbasî Pergala Hukumeta Serokomariyê bû kabîneya wezîran jî hat bijartin. Duh bi şev kabîneya wezîran a ji 16 kesan pêk tê ava kirin. Serokê Serfermandariyê Hulusî Akar tayînî Wezareta Parastina Millî kirin.
Piştî tayînkirina Akar Serokatiya Serfermandariyê vala ma. Demildest Orgeneral Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Guler tayînî Serokatiya Serfermandariyê kirin.
Tayîna Serokê Serfermandariyê bi şanenava Serokomar Recep Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Orgeneral Umît Dundar kirin 2’yemîn Serokê Serfermandariya Hêzên Bejahiyê. Korgeneral Metîn Gurak jî tayînî 2’yemîn Serokatiya Serfermandariyê kirin.
DI KOMKUJIYA ROBOSKÎ DE ROLA GULER HEYE
Orgeneral Guler ê ku bû Serokê Serfermandariyê dema Korgeneral bû, yek ji komkujiya herî xedar Komkujiya Roboskî di 28’ê Kanûna 2011’an de qewimî. Di komkujiyê 17 jê zarok 34 kes bi bombebarana balafirên şer jiyana xwe ji dest dan. Dema biryara fermana bombeberanê di civîna Serfermandariyê de tê girtin Yaşar Guler Serokê Îstîxbarata Serfermandariyê bû. Piştî ku biryarê ji Serokê Serfermandariyê Necdet Ozel re şandin bi erêkirinê re bombebaran pêk hatibû.
Li gel vê komkujiya herî giran a Roboskiyê jî di derbarê Guler de tu lêpirsîn nehat vekirin û her ku çû erka wî bilind kirin.
BIRAYÊ WÎ BÛBÛ BENAMZETÊ AKP’Ê
Birayê Guler, Atîlla Guler ê albayê teqewît di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de li Bayburtê bûbû bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê.