AMED – Danişîna doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê sibê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 22’ê çileya 2018’an de hat binçavkirin û di 31 çile de bi îdiaya “Rêxistina çekdar avakirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê kirin”, “Gel beşdarî civîn û xwepêşandanên dij qanûn kirin” û “Endama rêxistinê ye” hat girtin. Bi giştî ji 25 salan heta 46 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji Guven re tê xwestin. Guven bi xebatên KCD’ê ku birêve biriye tê sûcdarkirin.
TAHLIYE KIRIN PIŞT RE DEWAMA GIRTINÊ DAN
Piştî ku Guven bû parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê parêzeran di 29’ê hezîranê de ji bo berdanê serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dan û dadgehê biryara berdana wê dabû. Dozgeriyê îtîrazî biryara berdana Guven kir û li ser daxwaza 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewama girtinê wê hat dayîn. Parêzeran li dijî vê dewama girtina Guven serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da û xwest Guven bê berdan. Lê ev îtîraz ango serlêdan jî hatibû redkirin.
GUVEN SIBÊ DERDIKEVE PÊŞBERÎ DADGER
Di çarçoveya vê darizandinê de dê sibê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê danişîna doza wê bê dîtin. Çav lê rê ye ku gelo dê dadgeh çi biryarê bide.
JI DOZA ‘KCK’Ê JÎ GIRTÎ MABÛ
Guven demek serokşaredariya bajarokê Dîkîlî ya Edeneyê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê kiribû. Guven di 2009’an de bi bin navê operasyona “KCK” de hatibû girtin. Nêzî 5 salan girtî mabû û di 2014’an de hatibû berdan. Guven a ku ji doza “KCK” dihat darizandin rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat.
MA / Denîz Tekîn