Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin

  • jin
  • 14:22 10 Mijdar 2025
  • |
WAN - Li bajarê Wanê ku rêjeya bêkariyê ya jinan pir zêde ye, jin hem li dijî zexta hevjînên xwe hem jî ya civakê têdikoşin. Jinên ku karê dirûnê dikin, hewl didin ji hêla aborî ve azad bijîn. 
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê 33 milyon kes tên îstîhdamkirin. Ji van ji sedî 67 jê mêr û ji sedî 33 jî jin in. Piraniya jinên karker, li bajarên pîşesazî û turîzmê ne. Rêjeya îstîhdamkirina jinan a li Kurdistanê pir kêm e. Jinên li Kurdistanê jî hem ji ber tevna civakî hem jî bêderfetiyên kar, piranî neçarî karên di hundirê malê de tên kirin. Jinên ku li dijî vê derdikevin jî tevî zexta malbat û civakê û bêderfetiya kar jî têkoşîna xwe didomînin. 
 
Nesîbe Nûr (44) û Ayşe Karakaya (36) du ji wan jina ne. Nesîbe Nûr û Ayşe Karakaya ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Tûşbayê karê dirûnê dikin, ji ajansa me re axivîn. 
 
'EM RASTÎ ZEXTAN HATIN’
 
Ayşe Karakaya, got ku di Navenda Jiyanê ya Jinan a Mayayê ku di sala 2016'an de ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû vekirin, dest bi xebatê kiriye û got: “Me 2 salan li wir perwerde dît. Piştre min û hevala xwe ya taxê biryar da ku bi hev re kargehekê vekin. Me dikana xwe bi deynan vekir. Hevjînê hevala min jî ji ewil destûr neda. Jê re got ‘hûn jin in, li mala xwe rûnin, li zarokan binêrin. Ma tiştên em didin bi têrî we nakin?’ Tişta ku hêz daye me ew bû ku bêyî berminetiya zilamekî xwe li ser pêyan bigirin. Ji ber ku mêr her tim dixwazin jinan bikin kole. Vê rewşê weke mekanîzmayekî zextê dibînin. Dixwazin em tenê li malê binêrin û xwarinê çêkin.” 
 
'MÊR DIXWAZIN JINAN BIKIN KOLE’ 
 
Ayşa Karakayayê got ku perenestandina ji mêran bo wan tiştekî gelek watedar e û got: “Tiştekî zehmet bû ku mirov her tim ji zilaman pereyan bixwaze. Ser re jî dihat û pirsên weke ‘çi lazim e?’ ‘dê çi pê bikî’ dikir. An jî dema min tiştek dikirî, digot ‘çi hewcehî bi vê hebû’ û xwe aciz dikir. Lê em niha çi bixwazin dikarin bikirin. Ji ber ku em bi xwe pereyê xwe qezenc dikin. Ji roja destpêkê heta niha her tim zext li ser me hebû lê me biisrar karê xwe domand.” 
 
'EM DI PEYDAKIRINA MADEYÊN XAM DE ZEHMETIYÊ DIJÎN’
 
Bi domdarî Ayşe Karakayayê got ku ji hêla aborî ve jî rastî zehmetiyan tên û got: “Madeyên xam ên em li Wanê peyda dikin gelek biha ne. Jixwe çendek febrîqeyên bişkokan hebûn. Em hîn bûn ku tenê yek ma ye. Her wiha di demên dawî de ben gelek biha bûye.” 
 
'BILA MÊR DESTÊ XWE JI JIYANA JINAN BIKIŞÎNIN’ 
 
Bi domdarî Ayşe Karakayayê anî ziman ku li taxa wan jinên ku ditirsin heta sûkê biçin jî hene û wiha pê de çû: “Her berpirsyariyê li milên jinan bar dikin. Dibêjin ‘jin nikarin wiha bikin, vê bikin, nikarin vê li xwe bikin.’ Em dixwazin dema televîzyonê vedikin ne komkujiyên jinan lê jin çawa xwe li ser pêyan digirin wê nîşan bidin. Em dixwazin mêr destê xwe ji jiyana jinan bikişînin. Li gorî min jin dikarin jiyana xwe biguherînin. Divê jin û mêr wekhev bin. Ji ber ku em wekhev hatine dayin.” 
 
NEÇAR MA KU DI MEHÊN EWIL DE PIŞTGIRIYÊ BIGIRE 
 
Nesîbe Nûr ku 8 meh berê tevî hevala xwe dikana dirûnê vekiriye jî got: “Em gelek bi bawer bûn. Me gelek zehmetî kişandin. Di 6 mehên ewil de ji neçarî min piştgirî jî hevjînê xwe girt. Me dît ku pereyê tê ji bo ceyran, av, kirê û lêçûnên din diçin. Tiştên em dikirin jî her tim zem li wan tê kirin.” 
 
'BI TAYBET JÎ JIN PIŞTGIRIYÊ DIDIN’ 
 
Nesîbe Nûrê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema diçim malê jî ji neçarî karê malê jî dikim. Em dora saet 9-10’ê dikanê vedikin û heta êvarê dixebitin. Hevala min jî mîna min hewl dide xwe li ser pêyên xwe bigire. Carnan em pir baş dixebitin. Ev jî daxwaza me zêdetir dike. Dema em pere qezenc dikin û dibînin me tiştek bi ser xistiye, wê demê keyfa me gelek tê. Mirovên li derdorê jî piştgiriyê didin me. Bi taybet jî jin tên, dibêjin gelek memnûn in û piştgiriyê didin. Em bang li jinan dikin ku biqasî ji dest tê bixebitin. Girîng e ku şaredarî piştgiriyê bidin jinan. Jin ji me dipirsan ka zehmetiyê dikêşin an na. Em jî dibêjin kar çend zehmet jî be em bi ser de diçin û çareser dikin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

13/11/2025
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin