TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da

  • jin
  • 13:31 9 Mijdar 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyên hatine dayin de wiha hate gotin: “Heta em jiyaneke wekhev, azad û aştiyane ava dikin dê li qad û kolanan bin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de ku dê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke azad a bêtundî ve” li dar bixe, da. 
 
ÊLIH   
 
Jinên ku li Kolana Hunerê ya Êlihê hatin gel hev, starta çalakiyan da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratik ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadi” û “Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin. Zeynep Aslan a TJA’yî di daxuyaniyê de got ku ew têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan mezin dikin, tundiya li dijî jinan polîtîk e û nasnameya jinê bi hezaran salan bi rêya tundiyê di hundirê malê de hatiye girtin û jin tên qetilkirin.
 
 
Bi domdarî Zeynep Aslanê da zanîn ku her sal li seranserî cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya mêr tên qetilkirin û got: “Li dijî jinan şerekî aşkerayî heye. Hemû avadanî bûne yek û vî şerî didomînin, her roj bi sedan jin tên qetilkirin, ji jiyanê qut dikin û rê li ber birînên xedar ên psîkolojîk û fîzyolojîk vedikin. Di nava 20 salên dawî de jî hikûmet, bi polîtîkayên dijminatiya jinan vê pergalê xurt dike.” 
 
BANGA 27’Ê SIBATÊ  
 
Zeynep Aslanê bi domdarî bal kişand ser Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew vê pêvajoyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan a li dijî pergala mêrê serdest cuda nabînin. Zeynep Aslanê wiha domand: “Lewre em dizanin ku şerî, li vê xakê herî zêde jiyana jin û zarokan wêran kir. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence lê hate kirin, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, milîtarîzma hatiye sorkirin bedena jinê, keda wê, nasnameya wê hedef girt.” 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî di daxuyaniyê de got: “Êrişên sîstematîk ên dewleta nêrza yên li dijî gel, jin û zarokan di tevahiya dîrokê de berdewam kirin. Çiqas êriş bikin dê ewqas jî berxwedan hebe. Jin tên qetilkirin, zarok rastî tacîz û tecawizê tên. Duh li febrîqeyê jinan û 4 zarokan ji ber terkexemiyê jiyana xwe ji dest dan. Beriya niha bi çend caran li vê febrîqeyê hişyarî hatin kirin lê tevdîr nehatin girtin û komkujî çêbû. Tişta aqilê dewleta mêr hêjayî jin û zarokan dibîne, ev e. Avakirina aştiyê peywira me tevan e. Em pêvajoyeke jin pêşengtiya wê dikin dijîn. Di vê pêvajoyê de tundiya mêr a li Kurdistanê roj bi roj zêde bû. Li Kurdistanê bi ser malekê de tê girtin û 4 kes tên qetilkirin. Pêşiya wesayîtan tê girtin û mirov tên qetilkirin. Ev, zîhniyeta dewletê ye. Em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Qeyûm jî tundiyekî dewleta mêr e. Bêkariya ciwanên me dijîn tundî ye, fihûş, tiryak tundî ne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tundiyê bidome.” 
 
Piştî axaftinan, jin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwaz e, aştiyê dixwaz e” û “Destê ji bo jinê radibin bila bişikên” ber bi Rêxistina DEM Partiyê ve meşiyan. 
 
MÊRDÎN  
 
 
Li Dêrik a Mêrdînê jî jinan starta çalakiyan bi meşê dan. Jinên di têketina navçeyê de hatin gel hev, bi pankart û dovîzan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Bijî berxwedana jina” hatin berzkirin. Meş, heta navenda navçeyê domiya. Daxuyanî, ji hêla endama TJA’yê Eylem Amak ve hate xwendin.
 
Eylem Amakê da zanîn ku her sal li seranserî cîhanê bi hezaran jin tên qetilkirin, di sala 2024’an de li Tirkiyeyê 452 jin û di sala 2025’an de jî heta niha 391 jin hatine qetilkirin. Eylem Amakê got ku li dijî tundiya mêr-dewletê, ew jiyanê, aştî û azadiyê diparêzin. Eylem Amakê got ku tundiya pergala mêrê serdest ne tenê li malê lê li qadan û di her qadên jiyanê de bi awayekî rêxistinî didome. Eylem Amakê got ku polîtîkayên necezakirinê yên dewletê rê li ber zêdebûna tundiyê vedikin, dê jin li dijî vê tundiyê û polîtîkayên şerê taybet serî netewînin, têkoşîna azadiyê ya jinan jî têkoşîna azadiyê ya gelan e. 
 
Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî jî got ku dê jinan bi tenê nehêlin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê jî got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên dewletê mezin bikin û li her qadê bi berxwedana jinan azad bibin. 
 
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîzê jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku “Jin dê hem pêşengtiya azadiyê hem jî ya civaka demokratîk bikin.” 
 
RIHA
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jî starta çalakî û xwepêşandanan hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya dara jiyanê ya li gundê Fikê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyaneke bê tundî ve” hate hilgirtin. Her wiha wêneyên jin û zarokên ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
 
 
Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal daxuyanî xwend û ew li dijî şerên pergalê, bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” têkoşîna xwe ya rizgariyê mezin dikin. Başak Saridalê got ku li dijî qirkirina jinan ew li her qadê xwe birêxistin dikin û jiyanê jinûve ava dikin. Başak Saridalê got ku dê têkoşîna wan bidome, dê li dijî her cureyên êrişên li dijî av, ax, xweza û civaka xwe derkevin û dê bi berxwedana xwe jiyaneke wekhev, bê tundî û azad ava bikin.” 
 

Sernavên din

13/11/2025
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin