COLEMÊRG - Li gundê Navberoja Şemzînanê ku 11 qereqol lê hatin çêkirin, dema gundî sewalên xwe dibin rûbara nav gund jî leşker destûr nadin û zêdeyî 2 hezar TL cezayê pere li gundiyan dibirin. Gundiyan, anî ziman ku dewlet di dema pêvajoya çaresariyê de qereqol ava kirin û niha jî ji van qereqolan bi topan êrîşî Biradostê dikin. Gundiyan diyar kirin ku ji ber vê yekê derûniya wan xirab bûye û nikarin li nav gund bimeşin."
Şêniyên gundê Navberoja yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji ber polîtikayên dewletê yên ewlehiyê nikarin li gundê xwe bigerin. Navberoja ku 4 hezar nifûsê wê heye 11 qereqol lê hatine çêkirin. Dema gundî sewalên xwe dibin rûbar leşker destûrê nadin ku sewalên xwe av bidin û zêdeyî 2 hezar TL cezayê pereyî li wan dibirin. Gundiyên ku ji ber vê rewşê bêzar bûne, anîn ziman ku 4 sal in i ber van pêkanînan nikarin xizmên xwe yên bi qasî gavekê dûrî wan in bibînin. Gundiyan xwest rojek berî rojekê dawî li van çewisandin û tehdeyiyan bê.
PÊVAJOYA ÇARESERÎ KIRIN PÊVAJOYA ÇÊKIRINA QEREQOLAN: 2 QEREQOL BÛN 11 QEREQOL
Ji gundiyan Cabar Taş diyar kir ku dewletê pêvajoya çareseriyê kiriye pêvajoya çêkirina qereqolan û wiha got: "Bi hezaran malbatên me li aliyê başûr mane. Di cejnê de jî em nikarin wan bibînin. Rûbara ku di nav gundê me de derbas dibe û wek sînora di nav kurdan de hatiye îlankirin em nikarin heywanên xwe bibin ser û av bidin. Yên ku Rûbar ji me û sewalên me re qedexe kirine, di dema pêvajoya çareseriyê de tenê li gundê me 2 qereqol hebûn niha ev hijmar derxistine 11 qereqolan. Ji ber van polîtîkayan em nikarin li nav gundê xwe jî bigerin."
Taş anî ziman ku 40 sal e li van gundên li ser sînor şer heye, lê wan tu carî tiştekî wekî niha nedîtiye û got: "Heta niha kîjan hikûmet hatiye, xwestiye ku bi polîtîkayên şer îktîdara xwe berdewam bike. Yên tên rehmetê li yên din dide xwendin. Dema Tansû Çîler û yên din de jî zext hebû lê tu carî wek ne wek niha bû. Niha dixwazin hemû gundên sînor bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji xwe sewalkarî nemaye Derîyê Sînor yê Rûbarokê jî bi salane girtiye. Kîjan hikûmet tê vî deriyî vedike û paşê dide girtin."
JI BER TOPBARANÊ NIZANIN DÊ ÇI BIKIN
Gundiyê bi navê Mehmet Taş jî pirsgirêkên gundan bi awayekî hêrs anî ser ziman. Taş diyar kir ku ji ber qereqolên derdora gund şev û roj topan davêjin qada Biradost ji dengê topan derûniya wan xirab bûye û got: "Bila ev zilm, dengê topan demildest bi dawî bibe. Ji dengê topan dengê me nayê me. Guhê me jî zêd etehdê dibînin." Taş bilêv kir ku ew li gundê xwe nikarin derkevin derve jî got: "Dema em diçin baxçeyên xwe dibin hedefa guleyên leşkeran. Bifikirin ev baxçe di nav gunde ye, li ber mala me ye. Nahêlin em herin baxçeyên xwe jî. Ji xwe ji ber vê sewalkarî qediyaye. Çend pezên me mane em li wan dinihêrin. Dema ku me pezên xwe bire rûbarê leşkeran me binçav kirin û 2 hezar TL ceza li me birîn. Dema ku em ji bo şîkayetê çûn rayedarên dewletê ji me re gotin 'We heq kiriye.' Êdî bes e, bila dawî li vê zilmê bê. Em dixwazin li welatê xwe, li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn."
Nûretîn Taş jî diyar kir ku gundê Navberoja bi xweza ya xwe ji bo sewalkariyê cihekî girîng e û got: "Lewra gund kirine herema leşkeriyê. Li hindirê gund jî em bi êrîşên leşkeran re rû bi rû dimînin. Rûbara ku ava gund temîn dike niha hatiye desteserkirin. Dema ku em diçin ser rûbarê xwe 2 hezar TL ceza li me dibirin. Ji bo debarê tenê sewalkarî di dest me de heye, lê nahêlin em sewalkariyê jî bikin. Em hatine astek wisa ku dev ji gundê xwe berdin koçber bibin."
Taş anî ziman ku li herema Gerdî hema hema gundê ku cerdevanî qebûl nekiriye tenê gundê wan ma ye û got: "Dixwazin me bi birçîbûnê terbîye bikin û em tev bibin cerdevan. Dixwazin em bibin xulamê wan, lê em ji birçîna bimirin jî em serî li ber wan natewînin. Êdî bes e, bila edalet were vandera jî."