MÛŞ- Nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan 20 meh in girtiye. Di dosyeya pê tê tawanbarkirin de hemû delîl ji hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re çêkiriye pêk tên, lê dîsa jî nayê berdan. Malbata Sayilgan got: "Îdrîs bi zanebûn rojnamgerî tercîh kir."
Nûçegihanê DÎHA'yê bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan 20 meh in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê de ye. Di dosyeya ku Sayilgan pê tê tawanbarkirin de delîl tenê ji hevdîtinên ku bi çavkaniyên nûçeyan re çêkirina pêk tê û ji ber vê bi "Endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin tê xwestin ku 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn. Danişîna 3'yan a Sayilgan li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk hat û taloqî 5'ê Cotmeha 2018'an hat kirin.
'ÎDRÎS BI ZANEBÛNÎ ROJNAMEGERÎ TERCÎH KIR'
Malbata Sayilgan behsa kurê xwe kir û destnîşan kir ku Îdrîs Sayilgan bi heweskarî û bi zanebûnî rojnamegerî tercîh kiriye. Bav Ramazan Sayilgan ku li gundê Hetêng ê Mûşê dijî û debara xwe bi sewalkariyê dike, bilêv kir ku Îdrîs li hemberî zor û zehmetiyan bi zanebûnî rojnamgerî tercîh kiriye. Bav Sayilgan, da zanîn ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê kurê wî yê biçûk Mehmetê 22 salî hatiye girtin û paşê Îdrîs hatiye girtin û herî dawî jî kurê wî Ebûbekîr Sayilgan ku mamosteyê matematîkê bû hatiye îxrackirin. Bav Sayilgan, diyar kir ku dema hêzên dewletê Îdrîs binçav kiriye, çek spartine serê kurê wî yê 8 salî Yûnûs Emre jî û ew li erdê dirêj kirine.
'ÎDRÎS LI BER ÇAVÊ XWIŞK Û BIRAYÊN XWE HAT DERBKIRIN'
Bav Sayilgan, ew di meha Hezîranê de çûne mezrika girêdayî gund û ew zozanvaniyê dikin û got: "Di nav zarokên min de ê herî jêhatî Îdrîs e. Lê her ku ew tê bîra min dibêjim 'di girtîgehê de riziya'. Di salên 90'î de dema em ji gund derxistin ew 2 salî bû. Me dev ji mal û milkê xwe berda em li Mûşê bi cih bûn. Me li vira debara xwe bi sewalvaniyê kir. Îdrîs ev tişt dîtin û wisa mezin bû. Helbet dê di nûçeyên xwe de rewşa bajarê xwe bide der. Dema Îdrîs binçavkirin, li ber çavên xwişk û birayên wî ew derb kirin. Çek spartin serê kurê min ê herî biçûk Yûnûs Emre jî. Hemûyan ew şidet bi çavê xwe dîtin. Lê Îdris hem li malê hem jî li girtîgehê dizane ku çi dike. Polîsan gotibû 'eger tu dev ji çêkirina van nûçeyan berdî em ê jî te berdin.' Lê ez Îdrîs nas dikim, ew bi çi bawer bike wê dike. Dîplomaya kurê min a rojnamegeriyê heye. Wekî bavekî bi vê rewşê diêşim. Ji ber ku li Trabzonê di girtîgehê de ye ancax em çend caran çûne cem wî. Çend roj berê em bi telefonê bi hev re axivîn, her hal di nûçeyan de dîtiye ku Mehmet Altan hatiye berdan ji ber vê hêvî lê peyda bûye. Dixwaze vê biryarê bi bîra hevalên xwe bixe."
DAYIK SAYILGAN: ROJNAMEGERIYA ÎDRÎS JI BO ME BI QÎMET E
Dayik Sabîha Sayilgan ku bi salan bêrîvantî kiriye anî ziman ku Îdrîs yekî jêhatî ye û dengê wî pir xweş e. Dayik Sayilgan got: "Dengê Îdrîs pir xweş e. Dema distrê em hemû berê xwe didinê û em dibêjin hebe tune be ev deng ê Îdrîs e. Di nav zarokên min de yê herî zêde bi min ve Îdrîs e. Tim dibêje dayê ez ê wisa bikim wiha bikim, xeyalan çêdike. Dema lîse qedan di çend karên cuda de xebitî. Hem xebitî hem bi pereyê da ser hev çû dersxaneyê. Paşê li Zanîngeha Mêrsînê rojnamgerî xwend. Wisa bawerim dema îdrsî li girtîgehê serdana kekê xwe kir biryar da ku bibe rojnameger. Tim hewl dida ya herî baş bike. Em pir zehmetî kişandin, lê helbet rojnamgeriya Îdrîs jî ji bo me pir bi qîmet e. Her çend ji bo wî em biqilqilin jî, lê me tu carî ew asteng nekir. Li hundur pirtûkan dixwîne û xeberê ji ehvalên xwe yên derve re dişîne. Dema navê wî tê bilêvkirin herkes dibê 'ha ew rojnameger'. Bi salan e di girtîgehê de ye, em çûn tev li çend danişînên wî bûn. Hema tişt tên dubrekirin. Kurê min rojnameger e, divê ne di hundur de li derve be."
MA/ Nimet Olmez