Li çar bajaran ji bo windayan çalakî

  • rojane
  • 14:16 8 Mijdar 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN -Di çalakiyên ku ji bo pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran hatin lidarxistin de, hat destnîşankirin ku dê têkoşîn heta dîtina windayê dawî berdewam bike.
 
Nerazîbûnên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve bi daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran hatin destpêkirin, vê hefteyê jî berdewam kirin.
 
AMED 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 874'emîn de çalakiya heftane li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, hate lidarxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan.
 
Vê hefteyê serpêhatiya Alî Tekdag ku di sala 1994an de li Amedê hate windakirin, hate pirsîn.
 
Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku Elî ji ber ku Kurd bû her roj polîsan diavêt ser mala wî û got: “19 caran birêmin hat binçavkirin. Ji sala 1994'an ve em li Elî digerin. Dadgeh û polîs dizanin çi hate serê Elî. Lê dibêjin em nizanin. Em heqê xwe ji kujeran re nehêlin. Birê min kuştin û birin avêtin ser rêya Farqînê. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Elî tu li ku yî? Ji şivanan re dibejim gelo we gorekî bêkes neditiye?”
 
Serpêhatiya windakirina Alî Tekdag ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Firat Akdenîz bi bîr xist ku Alî Tekdag bavê 7 zarokan bû û wiha axivî: “Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma. Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12ê Sibata 1993'yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13ê Mijdara 1993an de dema bi hevjina xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”
 
Firat Akdenîz destnîşan kir ku hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dide lê tu agahî wernagire û got: “Dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin. Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nûye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedanê. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye; ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digota agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windayan li Êlihê di hefteya 710'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nihat Aydogan ê ku di Mijdara 1994'an de li gundê Dogançay ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin. 
 
Rêveberê ÎHD'ê Alî Karadogan çîroka windabûna Aydogan xwend.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
GEVER
 
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û Xizmên Windayan ji bo hefteya 200'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan li ser hat vekirin .Vê hefteyê, xizmên windayan li ser dîtina kujerên Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Engîn Mengeş ku di sala 2005'an de piştî ku ji bo mafên xwe yên demokratîk beşdarî xwepêşandanên li navenda navçeyê bûn, hatin kuştin, sekinin. 
 
Çîroka qetilkirina her sê kesan ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin.
 
RIHA
 
Şaxa ÎHD a Rihayê di hefteya 60'emîn a çalakiya xwe de li ber Parka Novada kom bû û daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran kir. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li ser kujerên bav û kur Sadik û Seyîthan Ûlûmaskan ê di 4'ê Kanûna 1997'an de li Amedê hatin windakirin hat sekinandin. Rêveberê ÎHD'ê Mehmet Kiliç çîroka Sadik û Seyithan xwend. 
 

Sernavên din

13/11/2025
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin