* Nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan 20 meh e girtiye. Di dosyeya pê tê tawanbarkirin de hemû delîl ji hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re çêkiriye pêk tên, lê dîsa jî nayê berdan. Malbata Sayilgan got: "Îdrîs bi zanebûnî rojnamgerî tercîh kir."
* Li Nehiyeya Xoçvanê 21 gundî bi hevkarî Kooperatîfa Xoçvan-Haskoyê ava kir, lê belê Îdareya Taybet a Bajêr a Erdexanê rixsetê nade kooperatîfê. Serokê kooperatîfê Vahît Dûrsûnoglû, diyar kir ku ew wisa difikirin ku ji ber sedemên siyasî rixset nayê dayîn.
* Li Agiriyê li gundê Leyla Aydemîr a 4 salî ku piştî windabû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hema bêje êdî zarokek jî dernakeve derve û nalîze. Her wiha gundî xeber nadin û anîn ziman ku heta kujer neyê dîtin ew ê neaxivin.
* Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyîna nav Rojhilata Navîn dibîne û polîtîkayên AKP'ê yên bi vî rengî cihêkariyê dixe navbera gelan.
* Sabrî Ozkan, birayê Omer Ozkanê 68 salî ku nexweşîna koahê û dil lê peyda bûye, xwest birayê wî bê berdan.
* Girtiya jin Gulîstan Al a li Girtîhgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne, diyar kir ku gardiyenan heya ew birin revîrê bi erdê re kaş kirin û li vê derê, li ber xebatkarên tenduristiyê îşkence li wê kirin.
* Endama Komîsyona Jin û Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Gulesra Gullu, diyar kir ku li Tirkiyeyê tecawîza zarokan zêde bûye û got: “Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e.”
* Li gundê Navberoja yê Şemzînanê ku 11 qereqol lê hatine çêkirin, dema gundî sewalên xwe dibin rûbara nav gund leşker destûr nadin û zêdeyî 2 hezar TL cezayê pereyî li gundiyan dibirin. Gundiyan anî ziman ku dewlet di dema pêvajoya çaresariyê de qereqol ava kirine û niha jî ji van qereqolan bi topan êrîşî Biradostê dikin. Gundiyan got, ji ber vê yekê derûniya wan xirab bûye û nikarin li nav gund bimeşin.
* Nivîskarê Aboriyê Bahadir Ozgur, diyar kir ku krîza aborî ya niha dê neşibe ya salên 1994 û 2001'an û wiha got: "Ev krîzek kûr û giran e. Dê girtina şîrketan zêde bibe. Dolar dê bibe 5 tl.
* Li gundên Dersimê yên li quntarên çiyê ku bihara wan derneg dest pê dike û zivistana wan zû dest pê dike, welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundî di vê germê de bi tirpanê giya jê dikin û paşê van giyayan davêjin patosê û dikin ka.
* Çalakiya nabeta edalet"ê ya malbatên 301 kesên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dan, didome.
*75'emîn Danişîna Doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn dadgeha Cezayên iran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna doza 53 kesên ku li Nisêbînê di qedexeya kolanan de hatibûn binçavkirin û girtin dê di roja duyemîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayên a Mêrdinê berdewam bike. (10.00)
* Akademîsyenên Zanîngeha Dokuz Eylulê û Ege yên bi KHK ya dawî hatin îxrackirin dê li pêş Rektoriya Zanîngeha Dokuz Eylulê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan dê Serokê HEP'ê Vedat Aydin li ser gora wî ya Deriyê Mêrdîn bibîr bînin. (17.00)
* Platforma Jinan a Îzmirê ji bo piştgiriyê bidin malbatên di komkujiya Soma de zarokên xwe winda kirin, dê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylan a Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.30)