NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şerîfe Orûç piştî hat berdan, bi biryara dozgeriyê ji ber dosyayeke din hat binçavkirin.
Nûçegihana DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Orûç ku ji 5'ê Tîrmeha 2016'an ve girtiye îro di danişîna doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin hat berdan. Lê belê piştî biryara berdan, çawa ku Orûç ji girtîgehê derket dozgeriyê ji ber dosyeyeke din biryara binçavkirina wê da.