ojane manşet
FOTO:mrd-09-07-2018-nusaybin-davasi-3-durusma
MÊRDÎN - Roja yekemîn a 3'emîn danişîna doza 53 kesên piştî dorpêça li Nisêbînê bi dawî bû, ji taxan derketin û hatin girtin bi dawî bû. Girtiyên ku bal kişandin ser şertên hevalên xwe yên girtîgehê, diyar kirin ku heta şertê hevalên wan neyê başkirin dê parastinê nekin û parastin nekirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî qedexeyên kolanan bi dawî bû di 26'ê Gulana 2016'an de tax hatibûn valakirin û 53 kesên dawî ji taxê derketin hatibkûn girtin. 3’yemîn danişîna doza 53 kesan di roja yekemîn de bi dawî bû. Danişîna dozê li 4'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hnat dîtin. Danişina dozê li salona SGK'ê ya Mêrdînê pêk hat. Danişînê serê sibê dest pê kir.
'EM NE TIRK IN, EM KURD IN'
Danişînê piştî nîvro jî bi parastina Îbrahim Halil Ildiz berdewam kir.
Ildız, anî ziman ku hêj şertê darizandina adîl pêk nehatiye û di parastina berê de jî şaşî hatin kirin. Ildiz, wiha got: "Em hemû kurd in. Em dixwazin di girtekan de ne tirk wekî kurd derbas bibe. Em te tirk in. Hûn tirk in. Em jî kurd in. Em dixwazin di nava şertên wekhev û adîl de bên darizandin."
‘DEST DANÎN SER PARASTINA ME'
Girtî Osman Uçar jî parastin kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da. Uçar, anî ziman ku berê parastina nivîskî dabû û hetaı şert û mercên girtiyan neyên başkirin dê parastinê nekin. Uçar, anî ziman ku li girtîgehê xistine odeyên cuda û dest danîne ser alavên wî û parastina wî."
‘HEVALÊ ME YÊ BIRÎNDAR DI HUCERYÊ DE TÊ GIRTIN'
Girtî Firat Çîftçî jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan şermezar dike û wiha got: “Ez tecrida li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ez li Girtîgeha Bandırma dimînim. Min xwest sewqî girtîgeha Amedê bibim. Heta hevdîtina bi malbatê re çareser nebe û hemû hevalên me neyên vir ez dê parastinê nekim. Heta şertên girtîgehê neyên başkirin ez dê parastinê nekim."
Girtî Onur Yılmaz jî anî ziman ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê li ber çavan nayên girtin û heyet guh nade daxwazên wan û wiha got: "Gelek hevalên me bi birîndarî di hucreyan de tên girtin."
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ MIN XWE NAS NEKIR'
Girtî Bayram Sevgin jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Şermezar kir û wiha got: "Erdogan hem we û hem jî gelê kurd dixapîne. Em bi kuştinê xelas nabin. Piştî îşkenceya li min hat kirin û min li xwe nerî min êdî xwe nas nekir. Bavê min bi îşkenceyê seqet ma. Ez bi êşên giran mezin bûm. Lê dîsa me xwest aştî bê û kes neyê kuştin. Lê niha ji mere dibêjin Cizîr û Dayika Taybet ji bîr bikin. Lê 40 sal biborin jî ez ji bîr nakim."
Omer Faruk Engin ê li Girtîgeha Osmaniye dimîne jî anî ziman ku li gel Abdulkadir Baybars girtî ye û wiha got: Min xwest sewqî Amed û Mêrdîn bibim. Kengî daxwaza min pêk hat ez dixwazim parastinê bikim.
Parêzerê Engin Prz. Gulbin Şahin Daghan jî parastin kir û got: "Bi sedan rûpel îdîaname heye, lê îdîanameya der barê muwekilêmin de nîv rûpel heye. Tenê ji ber şahidekî nepen tê darizandin. Tu delîl û şopên tiliyan tune ye. Êdî baweriya girtiyan bi dadgehê û edaletê nemaye. Dema em ewil çûn TEM'ê ya Mêrdînê em paşve vegearndin. Di asta dozgeriyê de me muwekîlên xwe dîtin. Gef li me xwarin.
Girtiyan di bin zext û gefan de îfade dan. Nurşan Demir. dayika 5 zarokan e. Niha li Wanê girtî ye. Zarok û malbata wê bi mehan e Nurşîn Demîr nabînin. Dayika ku zarokên wê diçin dibistanê girtî be çiqas wîcdanî ye.
Piştî parastina Parêzer Daghan, heteyê doz taloqî sibê kir.