Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e

  • rojane
  • 09:13 5 Mijdar 2025
  • |
img
QERS - Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî akademîsyen Balkar Sekçuk Baglar, bal kişans ser pêvajoya heyî  û got: "Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e." 
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  dest pê kir, deriyê hêviya jiyeneke bi nasnameya xwe ji gel û baweriyên bi damezirandina komarê re hatibûn înkarkirin, vedike. Gelek aliyan diyar kirin ku demokratîkbûna muhtemel a ku bi vê pêvajoyê re pêş dikeve, dê bike ku bikarin xwe bi rehetî îfade bikin û hewceye pêvajo baş bê nirxandin.
 
Yek ji van kesan, Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî û akademîsyenê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Balkar Selçuk Baglar e. Baglar, destnîşan kir ku avakirina aştiya civakî li Tirkiyeyê ya bi vê pêvajoyê re ji bo wan girîng e û got: "Em piştgiriyê didin hemû aliyên siyasî yên ku di vî warî de înîsiyatîf digirin. Em wek Çerkesên Tirkiyeyê dixwazin ku hemû rengên li Tirkiyeyê, hemû gelên neteweyî xwedî mafên qanûnî û destûrî bin."
 
Baglar, rave kir ku ew wek Çerkes dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê bibin xwedî mafên qanûnî û destûrî û wiha berdewam kir: "Di heman demê de em girîngiyê didin avakirina têkiliya di navbera gelê Kurd û gelê Çerkes de û şêwirîna li ser pirsgirêkên bingehîn. Nêzîkatî û kevneşopiya dewleta Tirk a di du sedsalên dawî de li hember bûyerên civakî girîng e û li ber çavan e. Tekane rêya çareserkirina pirsgirêkê, avakirina mafên qanûnî û destûrî ye. Ev yek ne tiştek e ku di gotinê de bimîne. Divê ev di asta verastkirina qanûnî  û destûrî ya nivîskî de bê misogerkirin."
 
'DIVÊ DERS JI FIRSENDÊN JI DEST ÇÛNE BÊNE DERXISTIN'
 
Baglar, anî ziman ku ew bawer dike civakên Tirkiyeyê xwedî tecrûbeya jiyana aştiyane ne û wiha pê de çû:  "Em vê dibînin. Divê dewlet jî piştgiriyê bide vê. Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e. Bê guman ev di konjoktura navneteweyî de teqabuleke wê heye; lê ev ne mijara me ye. Ya girîng ew e ku gelên li Tirkiyeyê dijîn, Kurd, Çerkes û komên din ên neteweyî mafên qanûnî û destûrî bi dest bixin. Pêwîst e ev ji aliyê dewletê ve bê qebûlkirin û di parlamentoyê de bê erêkirin. Divê bi rêya perwerdehiyê bi hemû girseyan bê qebûlkirin û bi taybetî pêwîst e ku derdora neteweperest, Neo-Kemalîst û Neo-Îtîhadî yên dijberî aştiyê bên rawestandin."
 
Baglar, diyar kir ku Tirkiyeyeke din tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewra em nikarin vê firsendê ji dest bidin. Ev pêvajoyeke pir girîng e. Firsendên ji dest çûne hene. Pêwîst e ji wan ders bêne derxistin. Ji bilî vê, ji bo ku ev firsend ji dest neçe, pêwîst e guh bidin tecrûbeyên welatên ku aştiya civakî pêk anîne. Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn welatekî pir girîng e, gelê Kurd ji bo paşeroja Rojhilata Navîn gelekî girîng e."
 
'DIVÊ EM DI NAVBERA GELAN DE TÊKILIYEKE WEKHEV AVA BIKIN'
 
Baglar, destnîşan kir ku divê têkiliyên wekhev di navbera gelan de bên xurtkirin û wiha berdewam kir: "Di navbera dewlet û tevgerên hebûna Kurd de têkiliyeke tîkane heye. Ev têkiliyeke siyasî û polîtîk e. Lê divê em wek gel di nava têkiliyek wekhev de bin. Ji bo ku em pirsgirêkên xwe yên bingehîn bînin ziman, divê e em rûnin, bipeyivin û bi hevudin bişêwirin. Pêwîst e akademîsyen bala xwe bidin mijarê. Divê rêxistinên civaka sivîl nêzîkatiyên xwe bînin ziman û e tecrûbeyek çêbibe."
 
Baglar, rexne li nêzîkatiya derdora akademiyê ya Tirkiyeyê ya li hember pêvajoyê jî girt û ev tişt got: "Akademî li Tirkiyeyê hinekî hatibe bêqîmetkirin. Ez bawer im ku karibe însiyatîfê bigire. Wek şexs gelek akademîsyen însiyatîfê digirin; lê ez nafikirim ku akademî, ango zanîngehên li Tirkiyeyê wek avahiyek înîsiyatîfeke cidî girtiye. Di rêxistinên civaka sivîl de jî westandin heye. Lê divê mirov xwedî hêvî be û hinekî jî bi inyad be. Ji ber ku ji bo demokrasî têkoşîn hewce ye."
 
'DIVÊ EM JI KOMPARTIMANÊN REJÎMA KEMALÎST DERKEVIN'
 
Baglar, destnîşan kir ku propagandaya reş a mezin li dijî pêvajoyê tê birêvebirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoyeke propagandaya reş a cidî jî tê birêvebirin. Pêwîst e mirov li hemberî vê hişyar be û têkiliya rû bi rû girîng e. Rûniştin, rabûn û hevdu naskirina tevgerên hebûna Çerkes bi tevgerên hebûna Kurd re pir girîng e. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê, bidestxistina mafên neteweyî, demokrasî û statûya destûrî cidî dibînin. Li vir a girîng ne zexta navneteweyî ye, lê daxwaza demokratîk a ji nava civakê tê aşkere bê pêşkêşkirin û li dijî hemû avahiyên ku vê firsendê asteng dikin, têkoşîn bê kirin. Li gorî fikra min di vê pêvajoyê de gelê Çerkes û gelê Kurd dê hevdu baştir nas bikin. Herdu jî gelekên orjînal in. Ji mîtolojî heta civaknasî û dîrokê çandeke me ya hevpar a ji berê ve heye. Em ji Selaheddînê Eyûbî, Şerê Rizgariyê, Bedirxaniyan gelê Kurd pir baş nas dikin û pir baş dizanin. Lê di van nod salên dawî de nêzîkatiya rejîma Kemalîst hebû ku gelan di kompartimanekê de bihêle. Pêwîst e em ji van kompartiman derkevin."
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir
17:00 Bakirhan bi Serokê TUSÎAD’ê re hevdîtin kir
16:57 Protestoyên 4’ê Mijdarê: Ne qeyûm ne jî derbeyên siyasî dê gel bi ser keve
16:52 Şîna Recep Unuş hate ziyaretkirin
16:09 Rojnamegerên Daştan û Bîlgîn bi bîr anîn beraet kirin
15:38 Bakirhan: Hewceye komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
15:37 Êrişa li dijî jinan hate protestokirin
15:19 MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê