ÊLIH - Nûçegihana DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç di 6’emîn danişîna doza jê dihat darizandin de hat berdan.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Şerîfe Oruç ji 5’ê tîrmeha 2016’an ve girtî bû û bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin. Danişîna 6’emîn a doza Oruç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Rojnameger Oruç bi riya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tev li danişînê bû û parêzerên wê jî amade bûn.
Dozger berdana Oruç xwest. Parêzeran diyar kir ku miwekîla wan Oruç tu sûcek nekiriye û berdana wê daxwaz kirin.
Piştî demek kurt a danişînê heyeta dadgehê dema girtina Oruç li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî biryara berdana wê da. Heyeta dadgehê danişînek din taloqî 27’ê mijdarê kir.