TEKÎRDAG – Ceyhan Kahvecî yê di karesata trênê ya li Çorluyê de birîndar filitî wiha got: “Ya em anîn vî halî xemsariye.”
Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê trêna rêwiya ji rayên xwe derket û qelibî. Di qezayê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 338 kes jî birîndar bûn. Ceyhan Kavheciyê di karesatê de pozê wî şikest û parsûyên wî xesar dîtin behsa qezayê kir.
‘YA ME ANÎ VÎ HALÎ XEMSARIYE’
Kahvecî da zanîn ku dema qezayê vagonên trênê mîna goga baskete rabûn û danîn û got: “Pişt re bi awayek hişk qelibî. Gelek tişt jî nayên bîra min. Cihê bûyerê fetlonek bû. Av jî li wir kom bûbû. Li ser wê riyê notirvanê nobedar jî tunebûn. Ev xemsariyek mezin e. Ya me anî vî halî ne baran e, xemsariye. Kontrolkirina riyên hesin xemsariyek herî mezin e. Di barînek baranê ya herî hindik de heke wisa dibe, xwedê dizane dê barîna barana zêde çi bibe.”
‘EZ BI KARESATÊ RE RÛ BI RÛ MAM’
Birayê Kahvecî, Ahmet Kahvecî jî destnîşan kir ku piştî bûyerê ew jî çûye cihê bûyerê û bi karesatê re rû bi rû maye û got: “Vagon li aliyekî bûn û cenazeyên mirovan li aliyekî bûn. Li her aliyî qîrîna mirovan dihat. Qeza ji serî heta binî semsariya rayedaran e.”
‘NAXWAZIN KES XEMSARIYA WAN BIBÎNE’
Kahvecî bertek nîşanî qedexeya têkildarî qezayê jî da û wiha got: “Naxwazin raya giştî û mirov xemsarî û kêmasiyên wan hîn bibe. Ji malbata cîranê min 7 kes jiyana xwe ji dest dane. Heke em neaxivîn dê haya kê ji vê êşê û qezayê çêbibe."
Sekna malbatên birîndaran li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê dewam dike.
MA / Bîlal Seçkîn