TEKÎRDAG - Sekreterê Desteya Rêveber a Nûnertiya Çorlu ya Odeya Muhendisên Makîne yê TMMOB’ê Bîrtan Altan ê çû cihê karesata trênê û bûyer ji nêz de şopand, wiha got: “A rastî li vê derê karesatek xwezayî tune ye. Rezaletek pergala veguhestina ewlehiya herî mezin a cîhanê hatiye jiyîn. Ev komkujiye, ne tiştek dine.”
Trêna rêwiyan a Kapikule-Halkali ya ji Uzunkopru ya Edîrnê dest bi rêwîtiyê kir û duh li taxa Sarilar a di navbera navçeyên Çorlu û Muratli yên Tekîrdagê 5 vagonên wê ji rê derketin de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûn. Sekreterê Desteya Rêveber a Nûnertiya Çorlu ya Odeya Muhendisên Makîne ya TMMOB’ê Bîrtan Altan ê li cihê bûyerê lêkolîn kir, karesata trênê nirxandin.
‘REZÎLTIYA RÊVEBERIYÊ HEYE’
Altan, diyar kir ku piştî qezayê demildest bi şandeyekê re çûn cihê bûyerê û wiha axivî: “Rewşek man û nemanê hebû. Ji ber vê yekê me nekarî em nêzî cihê bûyerê bibin. Li wê derê bi awayekê zelek komkujî hat jiyîn. Xemsariyek pir mezin heye. Rezîltiya rêveberiyê heye. Dibe ku em behsa xeta trênê ya berî sed hezar salî dikin. Dem bi dem hatiye nû kirin. Ez bawerin herî dawî berî 6 salan hatibû nûkirin. Bi taybetê di salên dawî de, ji ber KHK’ên desthilatdariya siyasî derxistin, kontrol kirina çemawerî û civakî ji holê hat rakirin.”
‘TEDBÎRÊN PÊWÎST NEHATINE GIRTINE’
Altan, da zanîn ku di salên derbas bûyî de, qulêr li ser xeta trênê vebûbûn û wiha bi dawî kir: “Lê niha bi qewaran çêdikin. Di lêkolîna me ya destpê kê de, kapasîteya qewaran pir kêm ma ye û ji ber barîna zêde qewar ber avê ketine, bin xetên trênê têk çûne. Yanî binesaziya wê têk çûye. Rezaletek herî mezin a di pergala veguhestina ewlehiya cîhanê de hatiye jiyîne. Emê derbarê vê de lêkolînên cuda bikin. Lê nêrîna me ya destpêkê jî, ev cînayek kare û komkujiyeke. Tedbîrên pêwîst nehatine girtin û xemsariyek mezin heye.”