AMED - Siyasetmedarên ku tev li merasima cenazeyê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de hat kuştin bûn, diyar kirin ku di 27 salan de siyaseta demokratîk mezin bû, lê sekn û feraseta dewletê nehat guhertin.
Siyasetmedarên ku 27 sal berê tev li merasima cenazeyê Serokê Pardiya Keda ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û piştre hat kuştin bûbûn, qala Vedat Aydin û guhertinên siyasetê kirin. Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û di 10'ê tîrmehê de hat definkirin. Di merasima cenaze de bi sed hezaran kes derketin kolanan û meşek mezin pêk anîn. Wekî serhildana mezin a Amedê tev li rûpelên dîrokê bû. Wê demê di merasima cenaze de bi fermana Waliyê OHAL'ê yê Herêmê Hayri Kozakçioglu li ser gel gule reşandin. Du bûyeran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Di ser kuştina Vedat Aydin re 23 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatin ronîkirin û nehatin darizandin.
SIYASETA DEMOKRATÎK MEZIN BÛ
Rêveberê HEP'ê yê Amedê yê wê demê Mahmut Yokuş ku tev li merasima cenazeyê Aydin bû wiha got: "Yekem car gelê Amedê bi girseyî daket qadan û çalakî pêk anî. Tevî kesên ji bo provokasyonê li Sûrê bi cih kiribûn jî dîsa merasema cenaze pêk hat. Girse rastî êrîşa çekdardî hat. Lê disa merasim pêk anî. Hêj ew bîranînên min wekî îro taze ne. Xebatên Vedat Aydin ji bo mezinbûna siyaseta demoratîk ya kurdan bû. Siyaseta Demokratîk mezin bû, lê dewlet hêj nehatiye guhertin. "
NEKARÎBÛN TEKOŞÎNA GELÊ KURD ASTENG BIKIN
Yokuş, da zanîn ku tevî hemû zext kuştin û girtina partiyan dîsa siyaseta demokratîk mezin bû û heta îro hat û wiha got: "Çiqas xwestin asteng bikin, lê nekarîbûn tekoşîna demokrasiyê ya gelê kurd asteng bikin. Hêj dixwazin siyaseta kurd û têkoşîna kurdan a demokratîk asteng bikin. Lê bi kuştina kurdan, bi girtin û binçavkirina kurdan nikarin Kurdan tune bikin. Di 24'ê Hezîranê de 6 milyon mirovan dîsa dengê xwe da têkoşîna siyaseta demokratîk."
VEDAT AYDIN BÛ PÊŞENGÊ SIYESATA KURDAN
Yek ji siyasetmedarê kurd ê bû şahidê bûyerê, Rêveberê HDP'ê yê Amedê Erkan Erencî ye. Erencî, anî ziman ku Aydin di serdema 12'ê Îlonê de carekê hat girtin û dîsa hat berdan û Yekem kesê di kongreya ÎHD'ê ya Amedê de bi kurdî axaftin kiriye ye. Erencî, anî ziman ku piştî Aydin bi kurdî axaftin kir, bû hedef û wiha got: “Ji ber ku nekarîbûn Vedat teslîm bigirin ew kuştin. Vedat Aydin bû pêşengê siyaseta kurd a demoratîk."