Di doza Nisêbînê de: Girtiyan bertek nîşanî tecrîta li ser Ocalan dan

  • rojane
  • 14:02 9 Tîrmeh 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Sêyemîn, danişîna doza 53 kesên di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hatibûn girtin, hat dîtin. Girtiyan di danişînê de bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. 

 
Sêyemîn danişîna doza 53 kesan ên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an ji navçeyê hatin derxistin û girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê hat dîtin. Danişîn li avahiya edli ya beşekê wî ji bo salona Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hatî veqedandin hat dîtin. Girtiyên li girtîgehên Tokat û Erziromê anîn danişînê. Biryar hat dayîn ku girtiyên din bi rêya SEGBÎS’ê parastin bikin.
 
Ji xizmên giriyan tenê 10 kes girtin hûndirê salona danişînê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk û Hevseroka HDP’a Bajêr Eylem Amak beşdarî danişînê bûn. 
 
BOZKURTÊ GIRTÎ NAYÊ DERMAN KIRIN 
 
Piştî tespîta nasnameyê girtî Osman Bozkurt parastin kir û bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Bozkurt, diyar kir ku tim sîrgûnê girtîgehên cuda tê kirin û wiha got: “Di me sîrgûnan de ez rastî heqaretan têm. Ji ber ku dayîka  min nexweşe nikare bê hevdîtina  min. Ev salek û nîve li girtîgeha Bandirmayê dimînim. Malbata min nekarî bê hevdîtina min. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê heye, lê tedawiya min nakin. Niha jî nikarim nefesê bigirim. Ez bêhnê jî nastînim. Difna min zirar dîtiye. Ji ber van sedeman dixwazim sewqî Mêrdîn an jî Amedê bêm kirin.” Bozkurt, da zanîn ku piştî sewqa wî hat kirin dê parastina xwe bike.
 
‘EZ TECRÎTÊ ŞERMEZAR Û BILANET DIKIM’
 
Girtî Hamît Acur ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê anîn danişînê parastin kir û  wiha axivî: “Ez tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar û bi lanet dikim. Darizandina me ne adîlane ye. Gelek hevalên me ne anîne danişînê. Em nikarin bi parêzerên xwe re baş hevdîtin bikin û em pirsgirêkan dijîn. Li ser em tim êrîş hene. Gava em ez hatim binçavkirin rastî îşkenceyê hatim. Diran û difina min şikandin. Fitîq di stûyê min de derket û hîna jî nayêm derman kirin. Di canê gelek hevalên me de parçeyên şarapnelê hene. Ne derman didin wan û ne jî tên tedawîkirin. 3 salin dixwazim bêm dermankirin, lê heya niha tu bersiv ji bo min nehatiye dayîn. Min parastina xwe  amade nekir. Di vê kelegerma havînê de 12 saetan em bi rê hatin. Min xwest bijîşik rapor bide. Lê ji min re gotin ‘Talûkeya jiyana te tuneye, ji ber vê yekê tu dikarî werî.’ Gelo ez ê dibin van şert û mercan de çawan parastinê bikim? Di danişîna bê de ezê xwe biparêzim.”
 
‘BERPIRSÊN POLÎSÊ DI QEZAYA TRAFÎKÊ DE MIRÎ JÎ, TÊN DÎTIN’
 
Piştî parastina Acur Prz. Zuhat Bîlen jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Di qedexeyên derketina Nisêbînê de trajediyên pir mezin hatin jiyîn. Di pêvajoya 40 salan de, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bûyera niha em dijîn jî, parçeyekê vê pirsgirêkê ye. Ez difikirim ku di vê dozê de, ‘hiqûqa dijminantiyê’ tê birêve birin. Di îdîanemeyê de, girtî berpirsên polîsê di qezaya trafîkê de mirî jî, tên dîtin. Girtî di   îdîanameyek bêserûber hatî amedekirin de tên darizandin. Niha kes nikare îdîa bike ku yek muwekîlê min jî endamê rêxistinê ye. Hemû mûwekîlên min tenê di qedexeyên derketina derve de li nava bajêr bûn. Delîlek şênber a bi tenê  jî li ser wan nîne. Dadgeh divê rewşa girtina wan yek bi yek binirxîne û wan berde.”
 
Herî dawî girtî Sînan Şahîn parastin kir û wiha got: “Ez tecrîta li ser Ocalan şermezar dikim. Heya pirsgirêkên hevalên min neyên çareser kirin, ez ê parastinê nekim.” 
 
Danişîn berdewam dike.

Sernavên din

10/07/2018
10:33 Guler ê ku biryara Roboskî da bû Serokê Serfermandariyê
10:20 Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz rabû
10:05 Gullu: Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e
10:01 Malbat li Soma nobeta edaletê digirin
10:00 Parlamenter Leyla Guven sibê derdikeve pêşberî dadger
09:43 AYM’ê serlêdana parlamenterê HDP’ê Encu red kir
09:42 Li Îzmirê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:13 Nivîskarê aboriyê Ozgur: Krîza kûr û giran li ber derî ye
09:12 Li Revîrê heqaret li jinên girtî kirin û gef lê wan xarin
09:12 Li Dersimê amadekariyên ji bo zivistanê ji niha ve destpêkirin
09:11 Li vî gundî 11 qereqol hatin çêkirin, gundî nikarin tev bigerin
09:10 Xwest Ozkanê nexweşîna koahê lê peyda bûye, bê berdan
09:10 Hatîmogûllari: Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyînê yê nav Rojhilata Navîn dibîne
09:09 Li gundê Leyla bêdengiya mirinê heye, zarok nalîzin
09:08 5 sal in ruxsetê nadin kooperatîfa ku gundiyan ava kirin
09:08 Malbata Sayilgan: Ji ber ku Îdrîs rojnameger e girtî ye
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09/07/2018
20:49 Rojnamevan Orûç berî ku bê berdan dîsa hat binçavkirin
18:02 Di doza Nisêbînê de girtiyên şert îtîraz kirin û parastin nekirin
17:11 Li Tirkiye pergala nû ya Serokomariyê bi fermî ket meriyetê
15:48 HDK: Em axîna Çorlu li erdê nehêlin
15:36 Rojnameger Şerîfe Oruç hat berdan
15:28 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:19 Birîndarê karesata trênê: Xemsariyê em anîn vî halî
14:49 Muhendisê çû cihê bûyerê: Qezaya trênê xemsariyek herî mezin e
14:48 ‘Di 27 salan de siyaseta demokratîk mezin bû, lê dewlet nehat guhertin
14:16 Li Depê 6 kes hatin binçavkirin
14:02 Di doza Nisêbînê de: Girtiyan bertek nîşanî tecrîta li ser Ocalan dan
14:01 Platforma Jinan a Rihayê: Bila Komîsyona Îstîsmarkirina Zarokan bê avakirin
13:59 Wekîla Serokên Koma HDP'ê: Divê şîn bê îlankirin
13:49 ÎHD’ê ji bo Panahî name ji Ruhanî re şand
12:47 Serokê OTK ê ODTU hat berdan
12:25 Qezaya trafîkê li Erxenî rû da : 3 kes mirin, kesek bi giranî birîndar bû
12:11 Di karesata trênê de 2 makînîst hatin binçavkirin
11:55 Ufukê cenazeyê wî hat ditîn, spartin axê
11:52 ÎMO: Wêne jî didin nîşandan ku zemîn nehatiye xurtkirin
11:39 HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma Erdogan bibe
11:21 Hevserokên Giştî yên HDP’ê diçin Çorluyê
11:14 Buldan: Qezaya li Çorluyê cînayet e
11:09 Rewşa tenduristiya pitika Arîn a di girtîgehê de xerab dibe
10:23 Polîteknîk: Berpirsê komkujiya li Çorlu Wezareta Veguhestinê ye
10:17 Malbatên Somayê li ber dadgehê dest bi çalakiya nobetê kir
10:15 Li Somayê roja biryara doza 301 karkeran
10:02 Di facîaya trênê de hejmara miriyan zêde bû: 24 mirî, 318 birîndar
09:15 Dozek mirinên qedexeya li Cizîrê hat redkirin
09:14 Li Heskîfê welatî û şaredarî ji bo paqijiyê xemsar in
09:12 S.T. ya 41 sal hat îstîsmarkirin: Darvekirin û xesandin ne çareseriye
09:09 ATK’ê ne ajokar, lastîkên maşîneya zirxî ‘biqisûr’ dît
09:06 ‘Em xwediyê xênî bûn lê me kirin mexdûrê bin konan’
09:04 ‘AKP ji dil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe’
09:02 Qahweya Sofiyan dîroka Gimgimê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08/07/2018
22:16 Li Çorluyê trêna rêwiyan qelibî: 10 kes mirin û 73 kes birîndar bûn
17:03 2 ciwan li Mêrdînê hatin binçavkirin
16:54 Jina li hucreyê girtî 9 rojin di greva birçibûnê de ye
16:43 Karmendê mir jî îxrac kirin
16:23 HDP’ê bertek nîşanî KHK da: Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne
15:37 Samî yê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
15:14 Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU hat binçavkirin
14:50 2 qeyûm li Mêrdînê ji kar hatin avêtin
14:32 Ufukê winda mirî hat dîtin
14:00 Destûr nadin parêzer Taşdemîr bibînin: Îhtima îşkenceyê zêde ye
13:20 Bavê Cemîle Çagirga hat girtin
13:19 ‘Rayedarên girtîgehê piştî peçeteyên bixwîn dîtin, bawer kir’
11:54 Komîsyona Jinan a DBP'ê: Bila Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin
11:32 Ji bo danişîna biryara doza Soma bang: Her kes li wir bin
11:09 12 akademisyên danezana aştiyê îmze kirin hatin îxrackirin
10:49 Komîsyona OHAL'ê sedema îxracê alîkariya mirovahiyê nîşan da
10:47 Civaknas Arslantaş: Hikûmet bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê
10:12 Endama ciwanên MSD û xwişka wê di êrîşek bombeyî de hatin kuştin
10:05 Teblîga ceza li şûna kesê eleqeder ji keya re şandin
09:20 Seyran Demir: Bijîşk rûmeta me dişkînin
09:11 Parêzerên Tekçî yê 23 sal berê hat windakirin serî li DYA dan
09:10 Nûçeya bi ser navê 'sûriyeyî avêtin ser dermanxaneyê' pûç derket
09:08 KCDP: Hêrsa civakê tê îstismarkirin
09:06 Ocalan: Tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:04 Zarokên ku ji lîstikan mehrûm: Em mecbûr in bixebitin
09:03 'Yekkirina nexweşxaneyan rê li ber pirsgirêkên mezin vekir'
09:01 Pekoz: Em ê ji bo azadiya gel û baweriyan bitêkoşin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:27 KHK’a dawî ya OHAL’ê weşandin: Yekane Rojnameya Kurdî Welat girtin
18 hezar û 633 kes îxraç kirin
07/07/2018
19:32 Înşeat rûxiya: 3 karker mirin
19:03 Remziye Tosûn bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sond xwar
16:36 Hevserokê DBP’ê yê Akdenîzê Ozer hat definkirin
16:07 Şewata li Licê ji ber xwe ve vemirî
15:57 Hevdîtina girtî Yilmaz asteng kirin
15:55 Xizmên Windayan Vedat Aydin bibîr anî
15:18 Di çalakiya Rûniştina F de azadiya Erîş hat xwestin
15:04 Sondxwarina parlamenteran destpê kir
14:19 Rêveberiya koma HDP’ê diyar bû
14:03 Çelîk aqûbeta bav û birayê xwe pirsî: 3 nifşên malbata me li edaletê digerin
13:55 Nexweşên penceşêrê yên xwişkên hev nayên dermankirin
13:30 Koma AKP’ê ya Meclîsê peywîrên xwe dabeş kir
12:52 Nuriye Gulmen hat berdan
12:52 Meclîsa DBP’ê li Amedê kom bû
12:43 Dozger nîşaneya serkeftinê mîna 'nîşaneya PKK'ê' nîşan da
12:42 Bavê Paladoken: Hêvîdarim di hemû kuştinên jinan de cezayên giran bên dayîn
12:04 10 sal cezayê hepsê li Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan birîn
11:46 Kesên li Pirsûsê hatibûn binçavkirin 10 roj şûnde hatin berdan
10:35 ZMO: Divê cotkar, kooperatîf û yekîtiya xwe ava bikin