AMED - Îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê wêneyê Ceylan Onkol a hat qetilkirin bifikar hesiband û neda pismamê wê Ferhat Onkol.
Îdareya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê, wêneyê Ceylan Onkol (12) a dema di 28'ê Îlona 2009'an de li mezrika Xombaz a gundê Kanîsîpî ya Licê ya Amedê heywan diçêrandin bi guleya hewanê ya ji qereqolê hat avêtin hat qetilkirin, xetere dît û neda pismamê ê yê girtî Ferhat Onkol. Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgehê, di biryara xwe ya 17'ê Cotmehê de got: "Wêne, ne aîdî ferdên malbatê ye, her wiha dibe ku wêne di ser propagandaya rêxistinê re wekî zêdekirina motîvasyona nava rêxistinê zêde bike. Ji ber vê wêne bifikar in, materyaleke rêxistinê û amûreke propagandaya rêxistinê ne û dibe ku pêwendiya nava rêxistinê be..."
Ferhat Onkol di nameya xwe ya ji malbatê re şand de da zanîn ku 22 wêne hatine desteserkirin û got: "Hincet jixwe di nivîsê de hatiye nivîsandin, lê bi temamî hinceteke nelirê ye. Ji lew re hemû wêne, yên ferdên malbatê ne. Wêneyên dotmama min Ceyalnê, birayê wê Rifat û dêya wê, wêneyê goristana wê û wêneyê ku darê (şeva ku gava Ceylan hat qetilkirin di destê wê de bû) jî tê de bû nedan."
Ferhat Onkol ji ber vê serî li Dadgeriya Înfazê ya Eregliyê da û îtiraz kir.
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel
