Buldan: Qezaya li Çorluyê cînayet e

  • jin
  • 11:14 9 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de bal kişand ser qezaya trênê ya li Çorluyê û got: “Ne qezayek e ji rêzê ye. Qezayek cînayetê ye.” Buldan got ku wan tevî hemû zextan jî serkeftinê bi dest xistiye û temsîliyeta herî zêde ya jinan a li Meclîsê dîsa jî HDP ye. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva nirxandina hilbijartinê û plansaziya serdema nû li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên jin û endam û rêveberên jin ên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
 
‘QEZAYA LI ÇORLUYÊ CÎNAYET E’ 
 
Beriya civînê Hevserok Pervîn Buldan li ser geşedanên di rojevê de axivî. Buldan bi sersaxî xwestina ji bo malbatên kesên di qezaya trêna ya li Çorluyê jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û ji hemû birîndaran re şîfa xêrê xwest. Buldan bal kişand ser qezayê û got: “Ne qezayek e ji rêzê ye. Qezayek cînayetê ye. Çumkî Wezareta Veguhestînê û yên rayedarên Riyên Hesin berpirsyarê vê qezayê ne. Divê demildest yên berpirsyar bên cezakirin. Em ê destûr nedin ku ev wek qezayek e û bila derbas bibe. Wê heyeta me biçe wir û lêkolînê pêk bîne. Em daxwaz dikin ku hemû kitekitên bûyerê bên aşkerkirin û ronîkirin.” 
 
DOZA SOMAYÊ 
 
Buldan bal kişand ser ser danişîna biryara doza 301 karkerên di bobelata madenê yên li Somayê jiyana xwe dest dan û got: “Divê rastiya li Somayê derkeve holê. Em hêvî dikin ku wê biryarek li gorî daxwaza malbatan derkeve.” 
 
‘LI GEL ZEXTAN JÎ ME SERKEFTIN BI DEST XIST’ 
 
Buldan destnîşan kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê yek ji hilbijartinên herî girîng yên li Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Me hilbijartinek wiha ku dê pergal pê bê guhertin li pey xwe hişt. Tekane partiya ku bendê derbas kir HDP bû. Me tevî hemû zordarî û zextan jî serfkeftinek mezin bi dest xist û 67 wekîlan şand parlamentoyê. Em ji hemû kesên dest dan em gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re spasiyê xwe germ pêşkêş dikin. Mala wan ava be. Hevalên jin jî kedek gellek mezin dan û îmze avêtin bin xebatek pir watedar. Jinan seferberi îlan kiribû. Em bi hişmendiya ku dê bend bê şikandin û azadiya jinan pêk bê xebitîn. Em silavek germ dişînin ji jinên di girtîgehan de. Em spasiya hevrêyên xwe yên jin dikin. Ew her tim bi dilê xwe yên germ li cem bûn û divê hilbijartinê de jî li ba me bûn. Bi hêviya ku hûnê azad bibin em ê bixebitin.” 
 
‘TEMSÎLIYETA JINAN A ZÊDE YA HDP’Ê YE’ 
 
Buldan da zanîn ku temsîliyeta herî zêde ya jinan a li Meclîsê ya HDP’ê ye û wiha domand: “Ji ber ku me temsîliyeta wekhev di meclîsê de ne rûniştand em rexnedayîna xwe didin jinan. Sedemê vê yekê jî ji ber bendê ye. Hedefa me ji sedî 50’î bû ku ji partiya me biçin Meclîsê. Bi rêjeya ji sedî 37 em wek jinan li Meclîsê ne. Wê di serdema pêşiya me de dê hin bêtir temsîliyeta jinan cihê xwe bigire. Ji rêxistininên me bigire heta Parlamentoyê. Serdemek zor me derbas kir. Lê serdemek hin dijwartir li pêşiya me ye. Ji îro şûn ve em dikevin qonaxa serdema pergala rejîma nû. Divê demildest dev ji vê pergalê berdin û pergala demokratîk a parlamenteriyê bidin sazkirin û li gorî rêbazên demokrasiyê bê tevgerkirin. Em vê pergalê rexne dikin û şermezar dikin.” 
 
‘KHK Û GIRTINAN BISEKINÎNIN’ 
 
Buldan KHK’ya jimara 701 û hemû KHK’ê din rexne kir û got: “Bi awayek dij hiqûq bi hezaran mirov ji karên xwe hatin îxrackirin. Em vê yekê qebûl nakin.” 
 
Buldan anî ziman ku xwendekarên ODTU’yê jî ne bi tenê ne û xwest ku pêla binçavkirin û girtinê ya li ser xwendekaran û civakê demildest bê sekinandin û dev jê bê berdan. 
 
‘BERPIRSYARÊ REVANDIN Û ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN HIKUMET E’ 
 
Buldan her dawî bal kişand ser revandina zarokan û îstîsmarkirina zarokan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Windakirin û îstîsmarkirina Eylûl, Leyla û Ufuk îhmalkariya hikumetê dide nîşandan. Heke li welatekî wezareta zarokan nîn be, dê ev tiştên nexweş derkevin holê. Wê di warê ji bo ku wezareta zarokan û jinan pêk bê de dê xebata me dewam bike. Eger ev wezaret bê avakirin, dê ji bo pêşî girtina îstîsmarkirina li ser zarokan û jinan pêşketin pêk bê û pêşî li neheqiyan bê girtin. Ev qewimandinên rojê dawî jî ji ber nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî zarok û jinan derdixe holê. Dixwazin cezayên darvekirinê û xesandinê derxin. Lê ev ne çareserî ye. Di warê tundî, tacîz û îstîsmarkirina li ser jin û zarokan berpirsyar hikumet e û em bang li hikumetê dikin ku vê berpiryariya xwe bi cih bîne.” 
 
Piştî axaftina Buldan, civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. 

Sernavên din

10/07/2018
10:33 Guler ê ku biryara Roboskî da bû Serokê Serfermandariyê
10:20 Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz rabû
10:05 Gullu: Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e
10:01 Malbat li Soma nobeta edaletê digirin
10:00 Parlamenter Leyla Guven sibê derdikeve pêşberî dadger
09:43 AYM’ê serlêdana parlamenterê HDP’ê Encu red kir
09:42 Li Îzmirê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:13 Nivîskarê aboriyê Ozgur: Krîza kûr û giran li ber derî ye
09:12 Li Revîrê heqaret li jinên girtî kirin û gef lê wan xarin
09:12 Li Dersimê amadekariyên ji bo zivistanê ji niha ve destpêkirin
09:11 Li vî gundî 11 qereqol hatin çêkirin, gundî nikarin tev bigerin
09:10 Xwest Ozkanê nexweşîna koahê lê peyda bûye, bê berdan
09:10 Hatîmogûllari: Tirkiye Sûriyeyê wekî deriyê derbasbûyînê yê nav Rojhilata Navîn dibîne
09:09 Li gundê Leyla bêdengiya mirinê heye, zarok nalîzin
09:08 5 sal in ruxsetê nadin kooperatîfa ku gundiyan ava kirin
09:08 Malbata Sayilgan: Ji ber ku Îdrîs rojnameger e girtî ye
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09/07/2018
20:49 Rojnamevan Orûç berî ku bê berdan dîsa hat binçavkirin
18:02 Di doza Nisêbînê de girtiyên şert îtîraz kirin û parastin nekirin
17:11 Li Tirkiye pergala nû ya Serokomariyê bi fermî ket meriyetê
15:48 HDK: Em axîna Çorlu li erdê nehêlin
15:36 Rojnameger Şerîfe Oruç hat berdan
15:28 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:19 Birîndarê karesata trênê: Xemsariyê em anîn vî halî
14:49 Muhendisê çû cihê bûyerê: Qezaya trênê xemsariyek herî mezin e
14:48 ‘Di 27 salan de siyaseta demokratîk mezin bû, lê dewlet nehat guhertin
14:16 Li Depê 6 kes hatin binçavkirin
14:02 Di doza Nisêbînê de: Girtiyan bertek nîşanî tecrîta li ser Ocalan dan
14:01 Platforma Jinan a Rihayê: Bila Komîsyona Îstîsmarkirina Zarokan bê avakirin
13:59 Wekîla Serokên Koma HDP'ê: Divê şîn bê îlankirin
13:49 ÎHD’ê ji bo Panahî name ji Ruhanî re şand
12:47 Serokê OTK ê ODTU hat berdan
12:25 Qezaya trafîkê li Erxenî rû da : 3 kes mirin, kesek bi giranî birîndar bû
12:11 Di karesata trênê de 2 makînîst hatin binçavkirin
11:55 Ufukê cenazeyê wî hat ditîn, spartin axê
11:52 ÎMO: Wêne jî didin nîşandan ku zemîn nehatiye xurtkirin
11:39 HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma Erdogan bibe
11:21 Hevserokên Giştî yên HDP’ê diçin Çorluyê
11:14 Buldan: Qezaya li Çorluyê cînayet e
11:09 Rewşa tenduristiya pitika Arîn a di girtîgehê de xerab dibe
10:23 Polîteknîk: Berpirsê komkujiya li Çorlu Wezareta Veguhestinê ye
10:17 Malbatên Somayê li ber dadgehê dest bi çalakiya nobetê kir
10:15 Li Somayê roja biryara doza 301 karkeran
10:02 Di facîaya trênê de hejmara miriyan zêde bû: 24 mirî, 318 birîndar
09:15 Dozek mirinên qedexeya li Cizîrê hat redkirin
09:14 Li Heskîfê welatî û şaredarî ji bo paqijiyê xemsar in
09:12 S.T. ya 41 sal hat îstîsmarkirin: Darvekirin û xesandin ne çareseriye
09:09 ATK’ê ne ajokar, lastîkên maşîneya zirxî ‘biqisûr’ dît
09:06 ‘Em xwediyê xênî bûn lê me kirin mexdûrê bin konan’
09:04 ‘AKP ji dil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe’
09:02 Qahweya Sofiyan dîroka Gimgimê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08/07/2018
22:16 Li Çorluyê trêna rêwiyan qelibî: 10 kes mirin û 73 kes birîndar bûn
17:03 2 ciwan li Mêrdînê hatin binçavkirin
16:54 Jina li hucreyê girtî 9 rojin di greva birçibûnê de ye
16:43 Karmendê mir jî îxrac kirin
16:23 HDP’ê bertek nîşanî KHK da: Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne
15:37 Samî yê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
15:14 Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU hat binçavkirin
14:50 2 qeyûm li Mêrdînê ji kar hatin avêtin
14:32 Ufukê winda mirî hat dîtin
14:00 Destûr nadin parêzer Taşdemîr bibînin: Îhtima îşkenceyê zêde ye
13:20 Bavê Cemîle Çagirga hat girtin
13:19 ‘Rayedarên girtîgehê piştî peçeteyên bixwîn dîtin, bawer kir’
11:54 Komîsyona Jinan a DBP'ê: Bila Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin
11:32 Ji bo danişîna biryara doza Soma bang: Her kes li wir bin
11:09 12 akademisyên danezana aştiyê îmze kirin hatin îxrackirin
10:49 Komîsyona OHAL'ê sedema îxracê alîkariya mirovahiyê nîşan da
10:47 Civaknas Arslantaş: Hikûmet bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê
10:12 Endama ciwanên MSD û xwişka wê di êrîşek bombeyî de hatin kuştin
10:05 Teblîga ceza li şûna kesê eleqeder ji keya re şandin
09:20 Seyran Demir: Bijîşk rûmeta me dişkînin
09:11 Parêzerên Tekçî yê 23 sal berê hat windakirin serî li DYA dan
09:10 Nûçeya bi ser navê 'sûriyeyî avêtin ser dermanxaneyê' pûç derket
09:08 KCDP: Hêrsa civakê tê îstismarkirin
09:06 Ocalan: Tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:04 Zarokên ku ji lîstikan mehrûm: Em mecbûr in bixebitin
09:03 'Yekkirina nexweşxaneyan rê li ber pirsgirêkên mezin vekir'
09:01 Pekoz: Em ê ji bo azadiya gel û baweriyan bitêkoşin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:27 KHK’a dawî ya OHAL’ê weşandin: Yekane Rojnameya Kurdî Welat girtin
18 hezar û 633 kes îxraç kirin
07/07/2018
19:32 Înşeat rûxiya: 3 karker mirin
19:03 Remziye Tosûn bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sond xwar
16:36 Hevserokê DBP’ê yê Akdenîzê Ozer hat definkirin
16:07 Şewata li Licê ji ber xwe ve vemirî
15:57 Hevdîtina girtî Yilmaz asteng kirin
15:55 Xizmên Windayan Vedat Aydin bibîr anî
15:18 Di çalakiya Rûniştina F de azadiya Erîş hat xwestin
15:04 Sondxwarina parlamenteran destpê kir
14:19 Rêveberiya koma HDP’ê diyar bû
14:03 Çelîk aqûbeta bav û birayê xwe pirsî: 3 nifşên malbata me li edaletê digerin
13:55 Nexweşên penceşêrê yên xwişkên hev nayên dermankirin
13:30 Koma AKP’ê ya Meclîsê peywîrên xwe dabeş kir
12:52 Nuriye Gulmen hat berdan
12:52 Meclîsa DBP’ê li Amedê kom bû
12:43 Dozger nîşaneya serkeftinê mîna 'nîşaneya PKK'ê' nîşan da
12:42 Bavê Paladoken: Hêvîdarim di hemû kuştinên jinan de cezayên giran bên dayîn
12:04 10 sal cezayê hepsê li Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan birîn
11:46 Kesên li Pirsûsê hatibûn binçavkirin 10 roj şûnde hatin berdan
10:35 ZMO: Divê cotkar, kooperatîf û yekîtiya xwe ava bikin