ENQERE - Serlêdana berdana bi kontrol a Esma Yilmaz a bi pitika xwe Arîn a yek salî re di Girtîgeha Rihayê de tê girtin, hat redkirin. Bavê Arîn Mihdî Yilmaz ê di hefteya derbas bûyî de çû hevdîtina hevjîna xwe, diyar kir ku keça wî ya bi nexweşiya astimê divê 6 mehan li nexweşxanê bê derman kirin.
Serlêdana berdana bi kontrol a Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mehsertê ya Mêrdînê Esma Yilmaz a bi pitika xwe ya yek salî Arîn re li Girtîgeha Tîpa Hejmara 2 ya Rihayê tê girtin, ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Mêrdînê ve hat redkirin. Nexweşa astimê Arîn her roja darbas dibe rewşa wê xerabtir dibe.
‘DIVÊ 6 MEHAN LI NEXWEŞXANÊ BÊ DERMANKIRIN’
Bavê Arîn Mîhdî Yilmaz ê di hefteya derbas bûyî de çû girtîgehê, wiha axivî: “Ji bo Arîn demildest bê dermankirin, bijîşkan rapor da. Bijîşkan gotiye divê Arîn nêzî 6 mehan li nexweşxanê bê dermankirin. Ji bo Arîn bê dermankirin hevjîna min dixwaze ji girtîghê derbikeve. Lê zaroka min şîrê dayîka xwe vedixwe. Gelo dê çawan bêyî dayîka 6 mehan bê dermankirin? Her ku diçe rewşa Arîn xerabtir dibe. Niha jî bi nexweşiya bronşîtê ketiye. Dermanên didin wê cudane. Hevjîna min piştî van dermanan dide Arîn, rewşa wê xerab dibe û ji ser hişê xwe diçe. Navê dermanên di girtîgehê de dan keça min, min li derve ji bijîşkan pirsî û nexweşiya wê got. Bijîşkan gotin ‘Ev derman, ne yên vê nexweşiyê ne.”
‘BIL SEWQÎ MÊRDÎNÊ BIKIN’
Bav Yilmaz, anî ziman ku fikarên wî derbarê rewaş keça wî Arîn de hene û wiha bilêv kir: “Di nava hefteyê de ezê daxwaznamê bidim û keça xwe bigirim ba xwe. Serlêdana berdana bi kontrol a hevjîna min bi hinceta cezayê hucreyê lê hatiye birîn, hat redkirin. Ez dixwazim wê bişînin Mêrdînê. Ger bişînin Mêrdînê, qet ne be piştî derman kirinê, ezê karibim cardin keça xwe bibim ji dayîka wê re. Ez bang li raydaran dikim. Ji derveyî Arîn 3 zarokên min ên din hene. Tedawiya Arîn gelo dê çawan bê dayîka wê temam bibe? Gele jin di rewşa hevjîna min de hene. Divê demildest ev mexdûriyet ji holê bê rakirin.”
‘ÇOCUKLAR ATLETLERİ ISLATILARAK, SERİNLETİLİYOR’
Tüm bunların yanı sıra cezaevinde kalan tutukluların yaşanamaz koşullarda olduğunu kaydeden Yılmaz, 12 kişilik koğuşta 33 kişi kaldıklarını ve Arin bebek gibi 2 çocuğun daha aynı koğuşta kaldığını belirtti. Yılmaz, “Havalar sıcak olduğu için bu hafta çocuklardan birini ailesi dışarıya gönderdi. Benim çocuğum bir yaşında, diğeri dört buçuk yaşında. Çocuklar sıcaklardan kaynaklı yara, bere içerisinde. Havalar sıcak olduğu için küçük çocukların atletleri ıslatılarak, serinlemesi sağlanıyor. Bu durumda çocukların vücutlarında lekelere neden olmuş” diye konuştu.
‘ROJÊ SAETEKÊ AVA DIDIN WAN’
Yilmaz, da zanîn ku nêzî 5 hezar kes di girtîgehê de hene û wiha bilêv kir: “Rojê tenê saetekê ava didin girtiyan. Ev rewş 6 mehin berdewam dike û kurmik dinava avê de derdikevin. Ava têra wan nake. Gava pirsgirêkên li girtîgehê tînin ziman cezayên dîsîplînê yên keyfî didin girtiyan. Hevjîna min ji ber ku pirsgirêka avê anî ziman, cezayê hucreyê dan wê.”
MA / Berîvan Altan