MANÎSA – Beriya danişîna biryarê ya 301 karkerên di bobelata madenê ya li Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn malbat û nûnerên saziyên civakî û demokratîk meş li dar xistin. Malbatan wiha qîr kir: “Wê komira Somayê kujeran bişewitîne.”
Di 13’ê gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê 301 karker di bobelata madene de jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê bobelatê de doz vebû. 5 jê girtî 51 kes ji dozê tên darizandin. Danişîna biryara dozê îro ye. Beriya danişînê li ser banga xizmên qurbaniyên Soma û Komeleya Mafên Civakî (SHD) bi sedan kes meş li dar xistin.
Girse li Îstasyona Trênê ya kevn a Akhîsarê li hev kom bûn û heta ber Edliya Akhîsarê ya doz lê tê dîtin meşiyan. Parlamenterê CHP’ê yê Manîsayê Vehbî Bakiroglu, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Ridvan Turan, Ahmet Şik, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, gelek nûnerên saziyên mîna TMMOB, TTB, Malên Gel û saziyên demokratîk tev li meşê bûn.
Di meşê de sloganên “Wê hesabê Soma bê pirsîn” û “Wê komira Somayê kujeran bişewitîne” berz kirin.
Piştî meşê malbat û nûnerên saziyan derbasî salona dadgehê bûn.
DOZGER CEZA XWESTIBÛ
Dozgeriyê di danişîna 21’emîn de mutala xwe eşkere kiribû û derbarê xwediyên madenê Alp Gurkan, Can Gurkan û midûrê giştî Ramazan Dogru û endamên desteya rêveberiyê Akîn Çelîk, Hayrî Kebapçilar, Mustafa Yigît, Îsmaîl Adali re bi sûcdariya “Bi qisûra zanebûn kuştin” û “Bi qisûra zanebûn birîndarkirin” ji her yekê re cezayê 22 sal û 6 meh cezayê hepsê xwestibû.
Her wiha dozger xwestibû Alp Gurkan û Mustafa Yigît ên berdayî dihatin darizandin bên girtin. Derbarê 33 bersûcan de biryara beratê dabû. Der barê 11 bersûcan bi sûcdariya “Bi qisûra zanebûn ji kesek zêdetir kesî kuştin û birîndarkirina gellek kesan” xwestibû bi cezayê 15 salan ê hepsê bên cezakirin.