NAVENDA NÛÇEYAN - Trêna geşta Kapikule-Halkali dikir nêzî navçeya Çorlu ya Tekîrdagê 5 vagonên wê ji rê derketin û di encama qezaya rû da de 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 318 kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerîn bi dawî bû û qexeda weşanê ya li ser qezayê şevê din hat daîn, serê sibê hat rakirin.
Trêna rêwitiya geşta Kapikule-Halkali ya bi 362 rêwî û 6 personelan re ji Uzunkopru ya Edîrnê di saet 15.40’an de dest bi rêwîtiyê kir, duh saet 17.00’an de nêzî taxa Sarilar a di navbera navçeyên Çorlu û Muratli yên Tekîrdagê de qûlipî. Di qezayê de 5 vagonên trenê qûlipîn û piştî bûyerê Musteşarê Wezareta Tenduristiyê di dawiya da de gotibû 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 73 kes jî birîndar bûn.
Rêwiyên di trenê de bi metreyan kaş bûn, tirsek mezin jiyan. Piştî bûyerê ji 100 zêdetir ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Di heman demê de welatiyên derdorê hewl dan bi traktör û makîneyên kar biçin cihê bûyerê û bibin alîkar. Ambulansên di dema xwe de negihiştin cihê bûyerê, gundiyan bi trektorê birîndar ji cihê bûyerê derxistin. Wesayîtên arazî û paletdar, ambulans û helîkopterên xelaskirin piştî bi saetan sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Piştî qezayê Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê (AFAD), Ekîbên Xelaskirina Medîkal ên Neteweyî (UMKE), Agirkuşên Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê, Komeleya Xelaskirin û Lêgerînê AKUT û makîneyên kar ên girêdayî şaredariyan tevahiya şevê li cihê bûyerê xebat bi rêve birin.
HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARAN ZÊDE BÛN
Li gorî agahiyên destpê kê di qezayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 73 kes jî birîndar bûn. Lê dûre Alîkarê Serokwezîrtiyê Recep Akdagan ragihand ku di qezayê de herî kêm 24 kesan jiyan xwe ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûn.
QEDEXEYA WEŞANÊ RABÛ
Li aliyê din, qedexeya weşanê ya ji bo demekê hatibû anîn, serê sibê hat rakirin.
LI BER MORGÊ FERYAD BILIND DIBIN
Xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo cenazeyên xwe bigirin li ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlu kom bûne. Malbatên êşa wan mezin heya serê sibê li ber morgo rawestiyan. Kesên cenazeyên xizmên xwe li nexweşxanê teşhîs kirin, dinava êş û feryadek mezin de rondikên çavan barandin.