ÎZMÎR – Li Îzmîrê S.T. a ji 12 saliya xwe ve bi îstîsmarê re rû bi rû hiştin û bi darê zorê bi kiryar re zewicandin behsa qewimînê 41 sal hatin serê wê kir. S.T. a dayika 5 zarokan bal kişand ser nîqaşên darvekirin û xesandinê û got: “Tişta ku bê guhertin divê feraset be. Darvekirin jî, xesandin jî ne çareserî ne.”
S.T. a li navçeya Menderes a Îzmîrê dijî ji 12 saliya xwe ve bi îstîsmarkirina hevalek bavê xwe yê 26 salî re rû bi rû hat hiştin. S.T. bi darê zorê bi kiryar re hat zewicandin û li gorî vegotinên wê 41 sal e tê îstîsmakirin. S.T. a dayika 5 zarokan anîna cezayê darvekirinê û xesandinê ya ji aliyê bloka desthilatdariyê ve dixwazin bixin meriyetê nirxand. S.T. diyar kir ku anîna cezayê darvekirinê û xesandinê ne çareserine û wiha axivî: “Lazim e ewil feraset bê guhertin. Temenê min mezinkirin û min bi darê zorê zewicandin. Wî zilamê min pê re zewicandin demek berê mir. Mîrasê ji wî ma nedan min. Lê ez karkeriya çandiniyê dikim. Lê çi dibe bila bibe, ez ji wê jiyana bi dojeh rizgar bûm.”
‘HER ROJ DIHATIM ÎSTÎSMARKIRIN’
S.T. anî ziman ku wê nedixwest bizewice lê bi zorê wê zewicandin û wiha got: “Min her roj tundî didît. Ez bi şeva nikaribûm rakevim. Dema wî zilamî her cara diqîriya, min xwe vedişart. Malbata wî her tim bi gotinan neheqî li min dikirin. Wê demê min fêm nedikir. Ez biçûk bûm. 41 sal ez zewicî mam, lê ez her tim reviyam û dawî li jiyana min anî. Bi salan birîna canê min derman nebû. Hêj ev wek birînekê li ser laşê min e. Ez hêj bi şev carna digirîm. Min gelek zilm û heqaret dîtin. Bi jiyana min lîstin. Ez tu carî wan salan ji bîr nakim. Piştî ew mir jî malbata wî zehmetiyan bi min da kişandin. Min ji zarokên xwe re got û piştevaniyê dan min. Hêj ji min re dibin alîkar.”
S.T. da zanîn ku dema ew îstîsmarkirina li dijî zarok û jinan dibîne bûyerên hatine serê wê tên bîra wê û got: “Hêj bûyerê mîna ku min jiyîn tên serê gelek kesan.”
MA / Rûken Demîr - Haci Soylemez