ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser bûyerên "revandin û di binçavan de windakirin" ên li Enqereyê û ev tişt got: "Ji ber ku desthilatdariya siyasî çavê xwe ji van yekan re digire, peywira xwe nake, ev diqewimin. Berpirsyariya vê yekê bêguman hikumet e."
Bi taybetî di salên 1990'î de li bajarên Kurdistanê bûyerên "revandin û di binçavan de windakirin" gelekî zêde bûn, piştî derbeya 15'ê Tîrmehê rewşên bi vî rengî li Enqereyê rû didin. Li gorî daneyên ku gihiştine ber destê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, di demên dawî de nêzî 20 kesî hatin revandin. Ciwanên ku tên revandin herî zêde sîxûrî li ser wan tê ferzkirin û bi awayekî sîstematîk tên tacîzkirin. Kesên sîxûriyê qebûl nakin, di serî de mirin û bi her awayî gefan li wan dixwin, di warê malbatî de tundiyê li wan dikin.
9 KES HÊJ WINDA NE
Li enqereyê plîs û xebatkarên MÎT'ê jî di nav de 11 kes hatin revandin û windakirin. 2 kes piştre serbest hatin berda, lê aqûbeta 9 kesan hêj ne diyar e. Tê gotin ku kesên hatine revandin û windakirin endamê Cemaeta Gulen in. Kesên di demên cuda de li Enqereyê hatin revandin û agahî ji wan nayên girtin navên wan wiha ne: Ayhan Oran, Mustafa Ozgur, Huseyîn Kotuce, Turgut Çapan, Mesut Geçer, Cengîz Usta, Mustafa Ozben, Fatîh Kiliç, Durmuş Alî Çetîn.
JÎTEM XISTIN BÎRA CIVAKÊ
Hin kesên ku hatine revandin dîmenên wan hene. Hin ji wan jî kesan ew dîtine. Xala hevbeş a revandina van kesan jî mînîbûsa bi marqeya Volkswagen Transpoter a camên wê reş e. Gelek bûyerên revandinê piştî derbeya 15'ê Tîrmehê li Enqereyê rû dan, bûyerên di salên 1990'î de bi Torosên spî anîn rojevê û ev bûyerên ku wekî "faîlên wan ne diyar" dihatin pênasekirin, JÎTEM'ê tînin bîra civakê.
HERÎ DAWÎ ‘KGT’ DERKET HOLÊ
Herî dawî li Enqereyê xwendevanê Fakulteya Erdnîgarî-Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqereyê (DTCF), Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) Denîz Baçecî hat revandin. Bahçecî aşkera kir ku kesên xwe wekî Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) xwe dane nasîn ew revandine, ew derb kirine û gefa tecawizê li wî xwarine. Ji bo Bahçecî ji Enqereyê derkeve çend roj dem dane wî.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan der barê bûyerê de axivî û destnîşan kir ku bi OHAL'ê re ev tundiyeke bi destê dewletê tê kirin e, piştrast kir ku bûyerên revandinê bi taybetî li dijî kesên muxalîf pêk tên û ev wekî gelek sûcên bi hevre tê kirin pênase kir. Turkdogan got ku "Ji hêlekê ve tundî, gef û îşkence, ji hêlekê ve jî kesan ji azadiya wan mehrûm dikin."
Turkdogan da zanîn ku rêya ji vê re serederî kirin ew e divê ev bûyer bên teşhîrkirin û piştrast kir ku heke di serî de van mirovan hemû biaxiviya, dê ev nehata berdewamkirin. Turkdogan ev pêkanîn wekî "Avabûna çeteyên di nava dewletê de" pênase kir û wiha axivî: "Ji xwe rêxistina Ergenekonê her hebû, ev operasyonên heyî bi rêya hin kesên hin nav li xwe kirine ve tê bi rêvebirin."
Turkdogan ne xebitandina Komîsyona Mafên Mifovan a Meclisê jî rexne kir û destnîşan kir ku sala çûyî li welat Mekanîzmaya Kontrola Cendirme û Polîsan hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: "Lê ev niha naxebite. Yanî di bin banê Wezareta Karê Navxweyî de mekanîzmayeke gilîkirinê ya polîs û cendirmeyan tune." Turkdogan bang li partiyên muxalîf jî kir û xwest her dem bi ser mijarê de biçin û ev jî wekî CHP û HDP pênase kir. Turkdogan got ku "Dê ev karên çetewarî dê bibin belaya serê Tirkiyeyê. Desthilatdariya siyasî jî çavê xwe ji vê re digire." Turkdogan herî dawî aşkera kir ku ew wekî civak dê JÎTEM'eke nû ranekin û wekî berpirsyarê van bûyeran jî hikumeta AKP'ê da nîşan.