TEKÎRDAG – Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê trêna ku sefera Kapikule û Stenbolê dikir qelibî û di qezayê de 10 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Sarilar a bi ser navçeya Çorlu ya Tekîrdagê trêna sefera di navbera Edîrne-Uzunkopru û Stenbol-Halkali de dikir ji rayên xwe derket û qelibî. Di qezayê de gellek kes jiyana xwe ji dest dan û gellek kes jî birîndar bûn. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ragihandin ku li gorî agahiyên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 73 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Veguhestinê jî daxuyanî da û da zanîn ku di trênê de 360 rêwî hebûne.