Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê

  • rojane
  • 09:13 23 Cotmeh 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku bandorên neavakirina hikûmetê li Herêma Federe ya Kurdistanê xwe li her qadê didin der û gotin ku Tirkiye li herêmê ji bo şer amadekariyên cidî dike. 
 
Di ser hilbijartinên parlementoyê yên ku di 20'ê Cotmeha 2024'an de li Herêma Kurdistana Federe çêbûn, zêdetirî salek derbas bû. Lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Li gorî encaman, PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistin. Li gorî van encaman, tu partiyek ji bo avakirina hikûmetekê bi tena serê xwe hejmara pêwîst a kursiyan bi dest nexistiye. Ji bo avakirina hikûmeteke nû, divê PDK bi partiyeke din re koalîsyonê çêbike. Tevî gelek hevdîtinên di navbera PDK'ê ku weki partiya yekemîn hat hilbijartin û YNK'ê de ku di hilbijartinan de wekî partiya duyem hat hilbijartin, lihevkirinek çênebûye.
 
Her çiqas neavakirina hikûmetê bandorê li tevahiya civakê dike jî, YNK û PDK ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ku dê di 11'ê Mijdarê de bên lidarxistin, daketine qadê. Serokê YNK'ê Bafil Talabanî di mitînga destpêkirina namzetên partiya xwe de li Silêmaniyê di 18'ê Cotmehê de axivî û helwesta xwe ya li ser neavakirina hikûmetê domand û got: "Çima hikûmet nayê avakirin? Ji ber ku em ê rê nedin ku li Kurdistanê tu hikûmeteke ku şaşiyên xwe bidomîne û xizmeta we neke bê avakirin." 
 
Li gel van geşedanan, agahiyên ku Tirkiye amadekariyên berfireh ji bo şer li Herêma Kurdistanê dike jî berbelav dibin. Ji bo vê armancê rêyên nû û qereqolên leşkerî tên çêkirin. Pêşnûmeqanûnek ji bo dirêjkirina hebûna leşkeran li Iraq û Sûriyeyê ji bo sê salên din, di 21'ê Cotmehê de li parlamentoyê bi dengên AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat pejirandin.
 
Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk a Herêma Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, li ser neavakirina hikûmetê, hilbijartinên parlementoya Iraqê yên dê di nêz de bên lidarxistin û amadekariyên Tirkiyeyê ji bo şer nirxandin.
 
‘HIKÛMETEKE DE FACTO HEYE'
 
Kamûran Berwarî diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, neavakirina hikûmetê sûc e û got: "Li gorî qanûnên Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, divê parlamenter piştî hilbijartinê bi 40 rojî werin diyarkirin û dest bi erkên xwe bikin. Divê piştî 40 rojan hikûmet were avakirin û were ragihandin. Divê wezîr û serokwezîr ji hêla hikûmeta nû ve werin destnîşankirin. Li gorî qanûna Iraqê, heke hikûmet neyê avakirin, divê hilbijartinên nû werin lidarxistin. Li gorî qanûna Iraqê, hikûmeta Kurdistanê niha de facto ye û tu derbasdariya wê tune. Niha li Kurdistanê parlamento tune. Ji ber nakokiyên di navbera YNK û PDK'ê de hikûmet nehatiye avakirin. Ji sala 1994'an vir ve di navbera her du partiyan de nakokî hene. Pirsgirêkên di navbera her du partiyan de roj bi roj mezin dibin. Sedema neavakirina hikûmetê xwesteka YNK'ê ye ku dixwaze di hikûmeta nû de xwedî gotin be. YNK, naxwaze tenê endameke sembolîk be. Ew dixwaze mîna PDK'ê di organên biryardan û rêveberiyê de xwedî gotin be. Lê PDK xwe nêzî vê yekê nake."
 
‘BANDORÊ LI TEVAHIYA CIVAKÊ DIKE'
 
Berwarî destnîşan kir ku neavakirina hikûmetê di salekê de bandor li hemû beşên civakê kiriye û got: "Bandor li her derê diyar in. Bandora wê li her derê tê dîtin, bi taybetî di warên aborî, perwerdehî, derûnî û leşkerî de. Niha hikûmeteke qanûnî tune ye, ev jî parlamentoyê bêfonksiyon dike. Hemû kiryarên ku li ser navê hikûmetê tên kirin niha neqanûnî ne. Salek e mekanîzmayeke ji bo şopandina hikûmetê tune ye. Karmend bi mehan e mûçeyên xwe wernagirin, lê dîsa jî kes dengê xwe dernaxe. Meha 10'an derbas bû, lê mûçeyên meha 7'an hîn jî nehatine dayîn. Kurdistan niha di qonaxeke krîtîk a aborî de ye. Rewşa welatiyên wê xirab e. Di her alî de hilweşîn heye. Ev bêîstîqrarî polîtîkayeke bi zanebûn a hikûmetê ye. Yek ji sedemên ku hikûmet nehatiye avakirin ew e ku dixwaze çavkaniyên gel bi awayekî neqanûnî desteser bike." 
 
‘23 SAL IN ÇARESERÎ NEDÎTINE'
 
Berwarî bi bîr xist ku YNK û PDK yên ku nikarin hikûmetekê ava bikin, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên ku dê di 11'ê Mijdarê de bên lidarxistin, daketine qadan û got: "Di her demsala hilbijartinê de senaryoyên nû tên nivîsandin. Gel bi bikaranîna zarokên axa, şêx û began tên xapandin. Ji çûna Seddam ve, gelek soz li ser navê gel hatine dayîn, lê heta niha yek jî nehatiye bicihanîn. Ji bilî çend kesan ku çûne Bexdayê, yên mayî berjewendiyên xwe diparêzin. Berevajî vê, pêşmerge, gerîla û yên ku bi ruhê xwe yê şervan ji bo mafên Kurdan li Bexdayê têdikoşin hene. Partiyên ku niha ji bo hilbijartinan li qadê ne û propagandayê dikin, divê gelê Başûr nexapînin. Gelê Başûr wê şaşiyên ku di demên berê de kirine dubare nekin. Niha li Başûrê Kurdistanê desthilatdarî hêz dibe. Sînor hêdî hêdî ji wan tên standin. Gumrik û bazar yek bi yek tên standin. Niha nasname û pasaport di destê hikûmeta Bexdayê de ne. Sînorên Başûrê Kurdistanê nehatine destnîşankirin. Partiyên siyasî yên heyî van pirsgirêkan çareser nekirine, di 23 salên borî de." 
 
‘KESÊN BÊDENG ŞIRÎK IN'
 
Kamûran Berwarî destnîşan kir ku partiyên siyasî yên ku li Başûr balê dikişînin ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li ser sûcên şer ên li "Herêmên Parastina Medyayê" qewimîn bêdeng mane. Berwarî got: "Heta ku leşkerên Tirkiyeyê li Başûr bin, heta ku qereqol bên çêkirin, heta ku serwîsên îstîxbaratê yên wê li her derê bin, dê ne rast be ku mirov behsa tu otorîteyekê bike. Niha, daristanên Başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve tên wêrankirin. Ev talanek li dijî mirovahiyê, exlaqê, wijdanê û olê ye. Ne tenê Tirkiye sûcdarê vê yekê ye; hikûmeta Başûr bêdeng dimîne. Her kesê ku li Başûr bêdeng dimîne şirîkê vî sûcî ye. Divê her kes li hember vê talankirinê bertek nîşan bide. Hikûmeta Başûr li hember birîna van daran ku temenê wan bi sedan salan e, xwe li ker û lalîtiyê datîne." 
 
‘NE ŞER, DIVÊ RÊYA AŞTIYÊ BÊ HILBIJARTIN'
 
Berwarî destnîşan kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şerekî nû û berfireh dike û got: "Amadekariyên şer ên mezin hene. Ji Libnanê heta Sûriyeyê, ji Iraqê heta Îranê, armanc dikin ku Tevgera Azadiya Kurd li her derê tasfiye bikin. Ligel van amadekariyên şer, hevdîtinên aştiyê jî hene. Ger Tirkiye şer hilbijêre, ev yek dê ne di berjewendiya tu kesî de be. Di şûna wê de, li şûna israrkirina li ser şer, divê biçin Îmraliyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan demildest danûstandinên demokratîk bidin destpêkirin. 40 salên şer û pevçûnê ziyanên mezin dane gelê Tirkiyeyê. Zêdetirî 2 trîlyon dolar ji bo şerê li dijî Kurdan hatiye xerckirin. Ger ev pere ji bo gelê Tirkiyeyê bihata veqetandin, îro Tirkiye dê di rewşeke pir cuda de bûya. Em hêvî dikin ku hikûmeta Başûr bi tevahî piştgiriyê bide aştiyê. Divê partiyên siyasî yên li Kurdistanê li şûna şerê hev, hewl bidin ku leşkerên biyanî ji Kurdistanê derxînin. Divê dest ji dîwarê şermê yê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr de tê çêkirin bê berdan." 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin