Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê

  • rojane
  • 09:11 23 Cotmeh 2025
  • |
img
STENBOL- Akademîsyen Dr. Yildiz Onen diyar kir ku dewlet ji bo misogerkirina pêbaweriya bi pêvajoyê divê hin gavan bavêje û got: "Aştî dê bi kêrî me hemûyan bê."
 
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê dest pê kir, neavêtina gavan ji aliyê dewlet û desthilatê ve, li bara civakê dibe cihê fikaran. Gelek derdor tim bilêv dikin ku ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê dewlet û desthilat gavan biavêje. Akademîsyen Dr. Yildiz Onenê jî diyar kir ku divê dewlet ji bo serkeftina pêvajoyê demildest gavên qanûnî bavêje.
 
Yildiz Onenê ku pêvajoyê ji bo Ajansa Mezopotamya (MA) nirxand, diyar kir ku aliyekî pêvajoyê ne tenê desthilat e, dewlet bi xwe ye û got ku Tirkiyeyê ev pêvajo ji mecbûrî daye destpêkirin. Yildiz Onenê destnîşan kir ku pêvajo berdewamiya hewldanên Abdullah Ocalan ê ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ne ku ji salên 1990î vir ve didomin û got: "Ev tiştê ku Ocalan bi berdewamî hewl daye bike ev e; 'Werin em biaixivin ka em çawa dikarin pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk çareser bikin.' Koma yekem a heşt kesan ku Yuksel Genç jî di nav de bû, di sala 1999'an de hat Tirkiyeyê. Piştî sala 1999'an, pêvajoya Osloyê, pêvajoya 2013'an û gelek gavên din hatin avêtin. Ev pêvajoya ku em tê de ne berdewamiya van hewldana ye. Di wan pêvajoyan de gelek destkeftî hene. Ya herî girîng, pir eşkere ye ku hebûna Kurdan li Tirkiyeyê û hêza Kurdan li Rojhilata Navînê nayê înkarkirin."
 
'AVANIYEKE LI SER REDKIRINA KURDAN TÊ XEBITANDIN'
 
Yildiz Onenê diyar kir ku rejîm ji sala 2016'an vir ve bûye antîdemokratîk û otorîter û got: "Bi hezaran hevalên me hatin girtin û azadiya ramanê ne mimkun e. Di demên dawî de, di operasyonên li dijî CHP'ê de şaredar hatin girtin. Zext pir zêde ne, lê tevî vê jî li Tirkiye civakeke sivîl a pir girîng heye. Ez bawer dikim ku Kurd beşa herî girîng a vê civaka sivîl pêk tînin. Gelê Kurd bi salan e ji bo ku hebûna xwe bide qebûlkirin, wekî ku ew dixwazin were birêvebirin û ji bo gelek daxwazên din têdikoşe. Jin, çapemenî, kesên LGBTQ+ li gelek deveran civakeke sivîl a bihêz heye û desthilata AKP-MHP'ê hewl dide vê hilweşîne. Niha her kes dizane ku avaniya dewletê ya li ser înkarkirina hebûna Kurdan hatiye avakirin nikare bixebite xebitandin û dixwazin ev biguhere." 
 
'BÊYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DEMOKRASÎ NE PÊKAN E'
 
Yildiz Onenê bilêv kir ku ew kesên ku li dijî vê pêvajoyê ne, dixwazin tevgera civakî ya li Tirkiyeyê hilweşînin û got ku civaka sivîl garantiya vê pêvajoyê ye. Yildiz Onenê got: "Destê aştiyê yê ji Amedê hatiye dirêjkirin, divê ji hêla Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ve were girtin. Ev dest ji Amedê hatiye dirêjkirin. Hin kes hene ku hewl didin pêşî li vê yekitiyê bigirin, lê ez bawer nakim ku ew ê bi ser bikevin. Her ku hûn dengê şer, pevçûn û çekan bêdeng bikin û kêm bikin, dengê aştî, demokrasî, jin, kesên ku li azadiyê digerin û elewiyan wê ewqas bilindtir bibe. Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne pêkan e." 
 
'DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN'
 
Yildiz Onenê bi bîr xist ku hikûmet û dewlet di nav salekê de ku pêvajo dest pê kiriye, tu gavên berbiçav neavêtine û got ku ji bo ku biryara fesixkirin û çekberdanê ya PKK'ê were temamkirin, divê rêziknameyên qanûnî demildest werin bicîhanîn. Yildiz Onenê got: "Niha, bi hezaran kes dixwazin werin Tirkiyeyê da ku bi awayekî çalak beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Ji bo ku ev pêk were, divê hin ji qanûnên herî bingehîn werin derxistin û jixwe hat eşkerekirin ku yek armanca komîsyona li meclisê jî ev e. Komîsyona meclisê di meha Tîrmehê de hat avakirin; rêxistinên civaka sivîl tên guhdarîkirin, mirovên ji her qadên jiyanê tên guhdarîkirin. Lê divê ev qanûn niha demildest werin derxistin. Bahçelî ev pêvajo bi mafê hêviyê da destpêkirin, lê hîn jî di vê mijarê de tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Bi dehan daxwazên sereke hene: perwerdehiya bi zimanê dayikê, şiyana xebatê bi zimanê dayikê, zimanê Kurdî li deverên ku nifûsa wan zêde ye wekî zimanê fermî were naskirin û pênaseya destûra bingehîn a hemwelatîbûna wekhev. Kurd piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Lê gava ku dor tê ser pirsa, 'Ma hûn ji vê pêvajoyê bawer dikin? Anku, gelo dewlet dê daxwazên we bicîh bîne? Gelo ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike?' bersiv dadikeve dora 50'î. Divê ev gav werin avêtin da ku ev pêvajo baweriyê bide her kesî li Tirkiyeyê."
 
'AŞTÎ DÊ BI KÊRÎ HER KESÎ BÊ'
 
Yildiz Onenê bi bîr xist ku piştî bidawîbûna pêvajoya berê şer û pevçûn zêde bûne û wiha got: "Em neçar man ku çend salan di rewşeke awarte de bijîn ku bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî ji kar hatin avêtin. Xitimandina van pêvajoyan dê astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasiyê li Tirkiyeyê be. Di salên 2000'î de, li Tirkiyeyê xwepêşandanên mezin bi beşdariya zêdetirî 100 hezar kesan pêk hatin. Li Stenbolê di sala 2006'an de, li Kadikoyê 'Meşa Êdî Bes e' hebû ku zêdetirî 100 hezar kes beşdar bûn. Bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandana ku di 15'ê Sibata 2003'yan de li Kadikoyê bi beşdariya pêvajoya li Tirkiyeyê hat lidarxistin bûn. Xwepêşandanên li Amed û Wanê ewqas girseyî bûn ku şopandina beşdariya wan ne mumkin bû. Rêxistinên jinan, rêxistinên LGBTQ+, rêxistinên jîngehê - tevgereke mezin heye. Ez difikirim ku ev hemû bi tena serê xwe hêza tevgerê nîşan didin. Bê guman, ev ezmûn hevdu xurt dikin. Ez bawer dikim ku xwepêşandanên mezin ên salên 2000'î û tevgerên aştiyê yên ku di dema Pêvajoya Aştiyê ya 2013'an de li seranserê Tirkiyeyê belav bûn, dijminatiya di navbera Tirk û Kurdan de ji holê rakirin. Aştî dê bi kêrî her kesî bê. Divê ev neyê jibîrkirin."
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin