'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'

AMED - Nûnerên wêjeya Kurdî yên ku li Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku ew hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin û gotin: "Divê weşangeriya Kurdî li dijî asîmîlasyonê bi awayekî xurttir bê piştgirîkirin."
 
Fûara Pirtûkan a Amedê ku îsal cara 9'emîn li Amedê tê lidarxistin, bi standên ku ji hêla weşanxane û rêxistinên civaka sivîl ve hatine danîn, mêvanan pêşwazî dike. Fûar ku dê heta 26'ê Cotmehê berdewam bike, nivîskar, weşanxane û xwendevanên ji herêmê tîne cem hev. Standên weşanxaneyên ku pisporê ziman, wêje, dîrok û perwerdehiya Kurdî, bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ne. Mêvan derfetê dibînin ku berhemên nûçapkirî lêkolîn bikin û bi nivîskarên Kurd re bên cem hev. Nivîskarên ku beşdarî fûarê bûn anîn ziman ku parastin û pêşxistina ziman yek ji warên herî girîng ên têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye.
 
Nivîskar Nezîr Ocek diyar kir ku nivîsandina bi zimanê Kurdî cureyeke berxwedanê ye li dijî asîmîlasyonê û got: "Em hewl didin ku bi nivîsandina bi zimanê Kurdî pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Gelê Kurd niha ne tenê bi asîmîlasyona derveyî re, di heman demê de bi otoasîmîlasyonê re jî rû bi rû ye; xwe bi xwe dide jibîrkirin. Em tovên zimanê xwe di axê de diçînin. Ez ji bo zarokan pirtûkên perwerdehiyê dinivîsim, her wiha li ser mîtolojî û olê xebatan dikim. Dayik dibistana seretayî ya zarok e. Ger dayik bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive, ew ê li dibistanên pergalê jî bi hêsanî ziman ji bîr nekin. Zarokek ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibe, nasnameya xwe bi hêztir diparêze."
 
Nivîskar Fadil Bedîrxanoglû ku diyar kir ku nivîsandina bi zimanê Kurdî berpirsiyariyeke pîroz e, got: "Ez nivîsandina bi zimanê Kurdî wekî erkeke pîroz ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyonê dibînim. Min Quranê wergerandiye Kurdî. Beşeke mezin ji gelê me pirtûka pîroz dixwînin lê wateya wê nizanin. Ji ber vê yekê me ew wergerandiye. Ev xebat hem xizmetek li dijî asîmîlasyonê ye û hem jî rêyek e ku peyama Xwedê bi zimanê gelê me bigihîne. Gel bi wêje û zimanê xwe dijî; ev neynikên wê ne." 
 
'DIVÊ EM LI SER KOKA XWE ŞÎN BÊN'
 
Ayten Xanê diyar kir ku divê ciwan bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin û got: "Gotineke Kurdî heye; 'Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.' Em jî hewce ne ku li ser koka xwe mezin bibin. Divê ciwan berhemên xwe bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin. Divê xwendevan bi wî zimanî zanibin da ku berhem wateyeke civakî bi dest bixe. Fuarên wiha ji bo anîna ciwan û nivîskaran ba hev pir girîng in. Ez hêvî dikim ku ev çand li Amedê berdewam bike."
 
Wergêr Şerko Şanzem jî destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd dîroka xwe hîn bibin û got: "Pirtûkên me bi piranî li ser dîroka Kurdistanê ne. Me berhemên wekî Şerefname û Herodotus wergerandine. Armanca me ew e ku ciwan dîroka xwe fêr bibin, zimanê xwe biparêzin û li dijî asîmîlasyonê bitêkoşin. Kurd yek ji gelên herî kevin ên vê herêmê ne. Em bi belgeyan nîşan didin ku Kurd di tevahiya dîrokê de hebûne. Divê ciwan bixwînin, xwe nas bikin û ji dîroka xwe haydar bin. Ji ber vê yekê, em ji her kesî re dibêjin ku pêdivî ye ku weşangeriya Kurdî bi awayekî xurttir were piştgirîkirin."
 
MA / Melîk Varol
 

Sernavên din

14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin