HATAY - Zarokê astengdarê axaftinê Ufuk Tatar a 6 salî yê di 1’ê Tîrmehê de li navçeya Hassa ya Hatayê winda bû mirî hat dîtin.
Zarokê astengdarê axaftinê Ufuk Tatar a 6 salî yê di 1’ê Tîrmehê de, li Taxa Arpaliuşagi ya navçeya Hassa ya li qûntara Çiyayê Amamos a navçeya Kirikhan a Hatayê winda bû mirî hat dîtin. Tatar bi apê xwe yê astengdar ê hiş re ji bo ava vexwarin çûn kaniya 10 metre dûrî taxê. Apê Tatar heya bîdonên avê dagirtin, zarokê biçûk ji nişkan ve ji holê winda bû. Piştî agahî ji bo cendirmeyan hat dayîn, xebata lêgerîn dest pê kir.
Cerdevanên li Tatar digeriyan, cenazeyê Tatar li herêma Zinarên Katigin a 5 kîlometre dûrî Taxa Arpaliuşagi dîtin.